Jinên Başûr: Em ê têkoşîna jinên Rojava ji bo xwe mînak bigirin 2019-12-11 13:39:18   SILÊMANÎ - Di dawiya 16 rojên çalakiyên li dijî tundî û tujiya li ser jinê ya li Başûr û Rojava de, şandekeke jinan ku ji Başûrê Kurdistanê çûbû serdana Rojavayê Kurdistanê bi jinên Başûr re li ser têkoşîna jinên Rojava panel li dar xist.    Komek jinên Başur ku di nav wan de jinên çalakvan, rojnamevan û hunermedn hebûn di 10'ê Mijdarê de  ji bo piştgiriya Rojava bi duruşma "Nêrîna jinê ji bo Rojava" çûbûn serdana Rojava. Jinên ku serdana Rojava kirin,  di roja dawî ya çalakiyên 16 rojan  ku li dijî tundî û tujiya li ser jinan hatin lidarxistin  û di heman demê de 71’emîn Salvegra Parastina Mafên Mirovan li  Başûr panel li dar xistin. Jinan diyar kir ku divê jinên Başûr têkoşîna Jinên Rojava ji bo xwe mînak bigirin û ne bi hişmendiya partiyan bi nasnameya xwe ya xweser têkoşînê bidin.      Panel bi rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin û wekî panelîst Awat Derya,   Gelewêj Huseyîn,  Banû Helepceyî, Dilsoz Zengene, Necîbe Umer, Awar Kerkûkî û Hewjîn Mihemed hat lidarxistin.     'Jina kurd sembole ji bo jinên Cîhanê'   Awat Derya bal kişand ser têkoşîna jinên kurd, diyar kir ku jina kurd her tim rola wê di nava civakê de hebûye û buye sembol ji bo jinên cîhanê û derbarê sedema serdana xwe ya Rojava de wiha axavî: “Piştî êrîşên dewleta Tirk li ser Rojava weke jinên Başur me biryar da ku ji bo piştgiriyê serdana Rojava bikin. Daxaza me ku bi vê panelê em bang li Kurdên Başûr bikin ku piştgiriya Roavayê Kurdistanê bikin. Jinên Rojava ji bo parastina xaka xwe canê xwe dan û bi vê têkoşînê navê xwe li  cîhanê beşav kirin. "     'Ez ji hêz û wêrekiya wan bi bandor bûm'   Gelawêj Huseyîn jina çalakvan a sivîl jî di derbarê serdana xwe ya Rojava de diyar kir ku ew ji hêz û wêrekiya jinên şervan bandor bûye û wiha berdewam kir: “Min jinên Rojava dîtin ku çawa xebat dikriin û bi wêrekî canê xwe ji bo xaka xwe feda dikin. Gelek jinan divê têkoşînê de canê xwe fida kirine. Ev jina çalakvan daxaz dike ku ev xebata jinên Rojava  li her çar parçeyên Kurdistanê bê belavkirin.”    'Jinan li Rojava şoreş pêk anî'   Endama Rêxistina Jinên Azadî yên Kurdistan Banû Helebceyî jî di panele de diyar kir ku 5 hezar sale jin li dijî sîstem û desthilatdariya baviksalar xebatê didin meşandin û têkoşînê didin. Banû behsa vê yekê kir ku  Bîrmendê  Kurd Abdullah Ocalan hêza jinê di çarçoveya  çekhilgirtina jinan de tespît kiriye û got: “Tişta ku li Rojava min  bi jinan re dit siyaseta bîrmendê Kurd Abdullah Ocalan e.  Sedema afirandina  vê siyasetê jinan li Rojava şoreş pêk anî ku îro  hêza wan bûye manşeta rojnameyên cîhanê. Jin bi rihê jinê şer dikin. Daxwaza min  ji bo jinên li her çar parçeyên Kurdistan hevkariya hev bikin û dawî li koletiya jinan bînin û jinên  başurê Kurdistanê bi heman sîstema Rojava xebatên xwe bikin ne bi nasnameya partiyan  bi nasnameya jinan.”   'Jinên Başûr divê rêxistina xwe xurt bikin'   Rêvebera rêxsitina Dabîn Dilsoz Zengene jî  behsa vê yekê kir ku di despêka êrîşên dewleta dagirker ya Tirk li ser Rojava jin di çalakiyan de bûn û wiha got: "Di nav jinan de yeksanbûn û yekbûn hebû ku navê vê rêxistin e.  Tundî û tujiya li jinan li Başûr tê kirin ji ber nebirêxitinbûna wan e ku wekî jinên Rojava ne birêxitinin û divê rêxistinbûna xwe xurt bikin.”   'Têkoşîna jinên başûr baviksalarî derbas nekiriye'    Endama Encûmena Jinên Azadîxwaz ya Kurdistanê Necîbe Umer jî behsa fikra yekbûnê kir ku li Rojava bêhna wê heye; fikra wekheviya zayendî ku bi rêxistinê baviksalariyê têk dibe û wiha got: " Em hemû bê cihêwazî têkoşînê din û xebatê dikin. Lê xebata jinan li Başur hîna fikir û aqlê baviksalar derbas nekiriye û heta niha têkoşîna jinê li dijî cudahiya zayendî û netewî kêm maye di nava çîna civakê de.”   'Piştevaniya Rojava ji bo min şanazî ye'   Jina hunermend a Başurê Kurdistanê Aware Kerkûkî ku di derbarê serdana xwe ya Rojava de axivî got: “Di serdana me de ew tişta me li rojava dit, di senaryoya de pêwîst nake em temaşeyî diziya Tirkiye bikin. Pêwîste hunermend û senarist biçin Rojava ku bibinîn bi hezaran senaryo li ser jinan hatine nivîsîn.  Em pîştgira Rojava dikin û ev ji bo min cihê şanaziyê ye. Lê belê ji bo piştgiriyê nehêlên piştî me qet şandeyek din biçe serdana Rojava bike.”   Hawjîn Mihamed Jina rojnamevan Hawjîn Mihemed jî behsa vê yekê kir bi çavek din armancek ya cêwaziyê ji bo jinan ya diyar di nava civakê de  heye û ev tişt got: "Di vê xakê de jinan bi qasî tê xwestin xwe îspat kiriye bi cewherê wêrekî xwe di nasîn.”