Komxebata Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê dest pê kir 2019-12-11 11:40:33   KOBANÊ - Komxebata Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi dirûşma "Komxebeta siyasî li Kobanê tenê bi yekÎtiya me pêkanîna azadî û qedera me diyar dibe" bi armanca lêkolîn û nîqaşkirina rastiya Kurd a di hemû waran de û rewşa Kurd a berê şoreşa Rojava û piştî şoreşê hat destpêkirin.   Komxebata Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi dirûşma "Komxebata siyasî li Kobanê tenê bi yekîtiya me pêkanîna azadî û qedera me diyar dibe"bi armanca lêkolîn û nîqaşkirina rastiya Kurd a di hemû waran de û rewşa Kurd a berê şoreşa Rojava û piştî şoreşê, bi amade bûna 100 delege yên ji  kesayetên rewşenbîr, partiyên siyasî, hevserokên sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser û Rêxistina Kongra Star îro li baxçeyê Ronîwar ê Kobanê dest pê kir. Rewşa ku werin guftokirin ev in: Rewşa civakî, zagonî, siyasî, ya Kobanê.   Komxebat bi deqeyeyek rêzgirtin a ji bo bîranîna pakrewanên  azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê Mesud Mîran xêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Îro em vê komxebatê bi aramanca nîqaşkirina rastiya gelê Kurd li dar dixin. Rewşa kurdan a berî şoreşa Rojava û piştî şoreşê ji bo me gelek girîng e. Ji bo em bigihêjin çareseriyê û yekîtiyê divê em van têgehan baş fam bikin."   Niha komxebat di derbarê rewşa rastiya Kobanê de didome.