Li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin 2019-12-11 10:21:08   MÊRDÎN - Li Mêrdînê polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday û Seroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Derya Etem jî di nav de gelek kes binçav kirin.    Li navçeyên Qoser, Nisêbîn û Artûklû yên Mêrdînê polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de lêgerîn pêk anî û alavên malan serûbin kirin. Piştî lêgerînên li malan Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Salîh Kuday û Seroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Derya Etem jî di nav de gelek kes binçav kirin.    Hat zanîn ku polîsan li odeya Derya ya li nexweşxaneya taybet ku dixebitî jî lêgerîn pêk anîne.    Heta niha Hevserokê HDP’ê Salîh Kuday, Seroka Odeya Bijîşkan Derya Etem, endamên HDP’ê Neda Alper û Emel Oran hatine binçavkirin. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dibe zêde jî bibe.    Piştî kontrola tenduristiyê binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Hat zanîn ku sînorkirina hevdîtina 24 saetan a parêzeran danîne ser binçavkiriyan.