Li Mexmûrê perwerdeya jinê dest pê kir 2019-12-11 09:34:36   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewreyek ya perwerdeyê li ser navê şehîd pîroz Mawa ku ji 35 delegeyan pêk tê û wê 20 rojan bidome ji bo jinan hat destpêkirin.   Li Wargeha Mexmûrê dewreyek perwerdeyê li ser navê şehîd pîroz Mawa ku ji 35 delegeyan pêk tê û wê 20 rojan bidome ji bo jinan hat destpêkirin. Axaftina vekirinê ji aliyê Mamostaya Akademiyê Elîf Colemêrg ve hat kirin. Di perwerdeyê de li ser girîngiya rola jinê hat sekinandin.   Mamostaya Akademiyê Elîf Colemêrg di destpêkê de dewreya perwerdeyê ya şehîd Pîroz Mawa li tevayî delegeyên perwerdeyê pîroz kir û wiha behsa girîngiya perwerdeyê kir: “ Qasî nan, av û hilma mirov perwerde ji bo mirov pêwîst e. Perwerde xemilandina mirov bi xwe ye. Ev perwerde ne tenê ji bo kesên karmend e, wextê tê gotin mirov ev pewerde ji bo hemû beşê civakê ango ji bo hemû kesî wekî girtina nefesekê pêwîste. Ger civakek nezan be ev ji kêmasiya perwerdeyê tê. Dubare dewreya perwerdeyê li tevayî delegeyan pîroz dikim.”   Piştî axaftina perwerdeyê dersên ku were dayîn ji jinan re hat destnişankirin. Dersên ku ew ê bên dayin wiha ne: Giringiya perwerdeyê, Rastiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Jîneolojî, Di cîhanê de Jinên Şoreşger, Di na rêxistina PKK’ê de Dîroka Jinê, Netewa Demokratîk, Şerê Taybet, Derûniya civak û malbatê, Anatomiya Jinê.