Şebnem Korur Fîncanci: Îşkence sûcê li hemberî civakê ye 2019-12-11 09:10:18   Zeynep Durgut   WAN - Li girtîgehên Tirkiyeyê û heremê li dijî girtîyan êrîş,îşkence û tundî gihiştiye asta herî jor. Têkîldarî binpêkirina mafên girtiyan Seroka TÎHV'ê Şebnem Korur Fîncanci axivî û diyar kir ku îşkence sûcê li dijî civakê ye.    Li girtîgehên Tirkiyeyê û heremê  binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe. Di girtîgehan de îşkence,  îzalasyon, tundî û tecrît berdewam dike. Piştî Rewşa Awarte (OHAL) bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) yên piştî hewldana Darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an ku hatin derxistin êrîşên li ser girtiyan jî êdî zêdetir bûn. Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene û bi tu awayî pedivîyên wan ji aliyên rêveberiyên girtîgehan ve nayên pêşwazîkirin. Der barê binpêkirina mafên girtiyan Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korur Fîncanci nirxandin kir.     ‘Mafên heyî jî ji dest hatin girtin’   Şebnemê diyar kir ku bi OHAL’ê re mafên heyî yên girtiyan jî ji girtiyan hatin standin û wiha axivî;” Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan her roj zêde dibe. Li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 500 girtiyên nexweş hene. Ji ber ku ev girtî nayên dermankirin bi mirinê re rû bi rû ne. Hem kesên ku têkoşîna mafên mirovan didin û hem ji rêxistinên ku têkoşîna mirovahiyê didin di warê binpêkirina mafan de banga hestiyariyê li civakê kirin. Mekanîzmayên vê hatin avakirin. Li gel Yêkitiya Ewropa ev têkoşîn hatibû bihîstin û me dikarî hem pêvajoyên binçavkirinan û hem jî rewşa li girtîgehan bişopînin. Lê li gel OHAL û derbeya leşkerî a 15 Tirmehê  ew mafên ku hatin qezenckirin dîsa hatin binpêkirin û tunekirin. Dema binçavkirinê heta 12 rojan hat dirêjkirin. ”    ‘Lêgerîna tazî li girtîgehan de êdî buye pêkanîna ji rêzê’   Şebnemê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li gel pêvajoya nû li girtîgehan girtî wekî dijmin hatin nîşandan û wiha berdewam kir;” Li girtîgehên heremê li gel pêvajoya nû û pêkanîna pergala nû di girtîgehan de girtî wekî dijmin hatin îlankirin. Lêgerîna tazî li girtîgehan de êdî buye rewşeke rûtîn. Li gel vê nêzîkatiyê pêşiya îşkenceyê hate vekirin. Rêveberên girtîgehan bi vê helwestê nayên cezakirin û ev hat qanûnîkirin.Di têkoşîna bi terorê re ji ber neyiniyên ku derdikevin holê hêzên çekdar yên peywirdar berpirsiyar nayên girtin. Ji ber vê jî tirseke pir mezin heye. Ji aliyekî jî ji hêzên çekdar re dibêje ‘Ez fermanê didim îşkenceyê bike’ û aliyekî ji çavê hêzên çekdar ditirsîne.  Ev qanûn êdî di makeqanûnê de heye. Lê ev tişt bi tu awayî  nayê qebûlkirin. Em dizanîn ku ji bo şikandina îşkenceya li girtîgehan divê gavên girîng bên avêtin”    ‘Lêgerîna girtiyên nexweş a dermankirinê veguherandine îşkenceyê’   Şebnemê bi lêv kir ku ew li girtîgehan  bi îşkenceya li dijî mirovahiyê re rû bi rû dimînin û got:” Bi rastî jî îşkenceya ku me tu serdeman de nedît em niha dibînin û şahidiya vê îşkenceyan dikîn. Rêbazên îşkenceya ku me berê dît em di vê pêvajoyê de dubare şahidiya wê dikin. Lê em vê îşkenceyê di cih de tespît dikin û xwe digihîjînin her mirovekî/ê. Li girtîgehan ne tenê tundî û îşkence di heman demê de girtî ji xebatên jiyanî jî dûr tên xistin.Girtiyan ji pêdiviyên mirovane dur digirin. Êdî girtina pirtûkan a ji bo girtiyan sînordar kirin. Ev berê jî hebû, lê desteserkirina mafên girtiyan di dema ku ez di sala 2016’an de hatibûm girtin  ji nû de dest pê kir. Mafên girtiyan yê dermankirinê ji wan hat girtin. Lêgera girtiyên nexweş a ji bo dermankriinê weguherandin îşkenceyê.  Ev nêzîkatiye ji dibe sedema mirnê.”    ‘Bi rêbazên îşkenceyê di nava civakê de dijminahî ava kirin’   Şebnemê aşkere kir ku armancakirina îşkenceyê bêdengkirina civakê ye û wiha pê de çû;” Ji ber çi îşkence tê kirin. Îşkence ne li dijî keseki û yan ji kesan e. Em ji bêdengiya civakê dizanîn ki bi van rêbazên îşkenceyê dixwazin peyamekê bidin civakê. Em êdî veguherandin civaka ku em nikarin bfikir û ramanên xwe bînin zimanin. Ji xeynî vê bi rêbazên îşkenceyê di nava civakê de de dijminahî ava kirine.Ev ji bi saya polîtîkayên dewletê bû perçeyeke jiyanê. Ev pêvajoye ji nifşê nû re wê pêşiya pêvajoyeke herî bi zor û zehmet veke. Ji ber vê jî îşkenceya li dijî civakê sucê herî mezine.”     ‘Kesên îşkenceyê dikin divê bi cezayê herî giran bên cezakirin’   Şebnemê di dewama  axaftina xwe de diyar kir ku ji vê pêvajoyê herî zêde dayik û zarokên ku di girtîgehan de dimînin bi bandor dibin û wiha dom kir;” Bi taybetî di vê serdemê de jinên ku zarokan diwelidînin, di deriyê nexweşxaneyan de tên girtin û dişînin girtîgehan. Jinên ku ducanî tên girtin. Lê li gorî qanûnê jinên ducanî heta ku zaroka xwe neynin dinê divê neyên girtin. Lê mixabin ev qanûn li Tirkiyeyê pêk nayê. Zarok nikarin di şert û mercên girtîgehan de bijin. Mafê van zarokan ê xwendinê hatiye sînorkirin. Pêdiviyên van zarokan nayên pêşwazîkirin. Bi taybetî ji perwerdehî û hemû pêdiviyên zarokan dewlet berpirsyar e. Ger ku ev pêdivî neyên pêkanîn em ji vê yekê re dibêjîn îşkence. Kesên ku vê îşkenceyê pêk tînin divê bi cezayê herî giran bên cezakirin. Ev kî ne bêgûman rêveberiyên girtîgehan e. Berpirsyarên îşkenceyê bila li benda darizandinê bin.”   ‘Ji ber ku di siberojê de ev hemû dê bên belgekirin serlêdanê bikin’   Şebnemê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku kesên bi îşkenceyê re rûbirû dimînin divê teqez xwe bigihijîn wan û wiha dawî da axaftina xwe;” Kesên ku di binçavan de bi muameleyên nebaş re rûbirû dimînin pêwîste ku xwe bigihijinin me. Ev muamele divê bên belgekirin û di van belgeyan de bi tu awayî kêmasî tune bin. Ji ber ku di siberojê de ev hemû dê bên belgekirin. Em ji dîrokê re şanek danîn. Me çi got me got ku îşkence sûcê li hemberî civakê ye. Ji bo ku êdî civak van êşan nekişîne divê ev serlêdan  bên kirin.”