'Divê sêyemîn konferansa neteweyî ya Jinên Kurd bê lidarxistin' 2019-12-11 09:09:08   Have Elma   SILÊMANÎ - Jinên Silêmanî derbarê pêşniyara lidarxistina ji bo sêyemîn konferansa neteweyî ya Jinên Kurd de axivîn. Jinan gotin:"Divê sêyemîn konferansa neteweyî ya Jinên Kurd bê lidarxistin."   Di sala 2010’an de Jinên Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê li Amedê yekem konferansa neteweyî ya Jinên Kurd li dar xistin. Piştî du salan di 2012’an de duyem  konferansa neteweyî ya Jinên Kurd li dar xistin. Lê belê ev 7 sale konfaransa sêyem paş ketiye û nehatiye lidarxistin. Jinên parlementer û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê têkildarî mijarê de axivîn.    'Lidarxistina konferansa neteweyî ya Jinên Kurd ji bo gelê kurd gelek girîng e'   Endama Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadiyê Ronak Mecîd wiha got:"Lidarxistina konferansa neteweyî ya Jinên Kurd ji bo gelê kurd gelek girîng e. Ez di wê hêviyê de me ku lidarxistina konferansa neteweyî ya Jinên Kurd dê bibe wesîleya lidarxistina kongreya neteweyî ya Gelê Kurd. Paşdexistina 3'yemîn konferansa neteweyî ya Jinên Kurd, ji ber hinek sedeman e. Hinek partiyên Başûr ji ber tirsa dewletên derve û berjewendiyên xwe yên şexsî naxwazin konferansek wiha bê lidarxistin. Hem hêzên desthilatdar ên dijminê kurd hem jî hinek partiyên Başûrê Kurdistanê yên ku tenê berjewendiyên xwe difikirin dibin asteng ku ev konferans pêk neyê. Ji bo ev konferans pêk were divê hemû jinên endamên hemû partiyan hewil bidin."   'Lidarxistina vê konferansê di heman demê de nîşaneya yekbûnê ye'   Endama Parlamentoya Kurdistanê Rojanî Şehîd Heme Reş wiha got:"Ji ber astengiyên hinek aliyên siyasî dema lidarxistina sêyem konferansa neteweyî ya Jinên Kurd tê dirêjkirin. Lidarxistina vê konferansê di heman demê de nîşaneya yekbûnê ye. Ji bo em di nava xwe de pirsgirêkên xwe çareser bikin û yekîtiyekê ava bikin ev konferans cihekî wê yê girîng heye. Divê demildest bê lidarxistin."   'Divê kongreya neteweyî jî pêk were'   Endama Civaka Îslamê ya Parlamentoya Kurdistanê Bedriya Îsmaîl wiha got:"Ji bo dengê jinê li her çar parçeyên Kurdistanê belav bibe û bibe sedema çareseriya pirsgirêkan û yekîtiyê divê konferansa neteweyî ya Jinên Kurd bê lidarxistin. Ji ber berjewendiyên hinek hizban ev tê astengkirin. Ji bo rewşa her çar parçeyên Kurdistanê baştir bibe yekbûna kurdan pêwîst e. Lê belê niha di demeke kin de desthilatdarên kurd li ser axa dijmin bi zimanê biyanî diaxive. Ji bo ev yekbûnek mayinde divê ev konferans pêk were. Her wiha divê kongreya neteweyî jî pêk were."