'Çi dibe bila bibe ya girîng em ê perwerdeya xwendekaran bidomînin' 2019-12-11 09:07:57   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Rêvebera Dibistanên Navçeya Til Temirê Leyla Simêla vekirina deriyên dibistanan a li xwendekaran nirxand û xwendevanan jî kêfxweşiya xwe anîn ziman.   Di 9'ê cotmehê de dewleta tirk û komên girêdayî wê dest bi êrîşên xwe yên tund ên li dijî gelê Rojava kirin, lê rastî berxwedaneke mezin a ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin. Di vî şerî de yên ku ji perwerdeya xwe qut bûn û derûniya wan xirab bû zarok bûn. Gelê ku ji Serêkaniyê û gundewarên wê ji ber êrîşan koçî navçeya Til Temirê bûn û di dibistanan de bicih bûn.   Paşê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê biryar da ku dîsa zarok vegerin dibistanên xwe û perwerdeya xwe dewam bikin, li ser vê biryarê dibistanên navçeya Til Temirê deriyê dibistanan li xwendevanan vekir û koçberên ku lê bicih dibûn ber bi Kampa Waşokanîyê ve ketin rê û li wir bicih bûn.    Têkildarî vê mijarê Rêvebera Dibistanên Navçeya Til Temir Leyla Simêla û xwendevanên ku perwerdeya xwe dibînin dilşadiya xwe anîn ziman.   'Dewleta tirk cihê zanebûn û afirandina nifşan topbaran kirin'   Leylayê diyar kir ku dewleta tirk di asta yekemîn de zanînê hedef digirê û wiha got: "Sîstemên desthilatdar her perwerdeyê hedef digire. Dewleta tirk jî di heman heyva ku sala xwendinê de dest bi êrîşan kirin û di destpêkê de jî dibistan topbaran kir. Xwest ku bi vê yekê peyamekê bidin me ku her cihê zanebûn û perwerdeyê wê bibe hedefa wan."   'Zêdetirî 500 xwendevan perwerdeya xwe dibînin û hejmar zêde dibe'   Leylayê bicihbûna koçberan li dibistanan jî bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Cihê zanebûn û avakirina nifşên nû yên ku pêşeroja me diyar bikin bû devera herî aram ji bo koçberan. Paşê me dest bi vekirina deriyê dibistanan ji xwendekaran re kir û li ser vê bingehê me dest bi amadekariyên dibistanan ji aliyê sererastkirina wê, pirtûkan hem jî mazot û danîna sobeyan kir. Ev 15 roj in nêzî 500 xwendevan li dibistanên xwe perwerdeya xwe dibînin û her roj jî hejmar zêde dibe. Dewleta tirk nikare kulîlkên jiyanê biçilmisînin."   'Em hewl didin xwendekaran dûrî hewaya şer bixin'    Leylayê da xuyakirin ku zarokên ji ber şer derûniya wan xirab bûye ew hewl didin bi lîstokan û pêşbirkan biguherînin û wiha dewam kir: "Zarok ji zaroktiya xwe bêpar man, di şer de zaroktiya xwe ji bîr kirin û lîstokên wan her bûn e amûrên şer. Dengê topan bandorek neyînî li ser derûniya zarokan kir. Ji bo ku em van xwendevanan dûrî rewşa şer bixin em hewl didin ku di demên pêş de bi pêşbirkan, xêzkirina wêneyan û werzîş û bi gelek amûrên din derûniya wan ku xirab bûye biguherînin."   'Dûrketina ji dibistanê mîna dûrketina ji zimanê dayikê ye jî'   Alsîn Hemê ya ku piştî du heyvan dîsa vedigere dibistana xwe hest û dilşadiya xwe wiha anî ziman: "Piştî du heyvan dîsa ez û hevalên xwe li hev kom bûn û bi hev re perwerdeya xwe dibînin. Em li malê gelekî aciz dibûn, lê niha em kêfxweş in ku dîsa vegeriyan dibistanên xwe û zimanê dayikê dixwînin."   'Bi hêvî me hemû zarok vegerin dibistanên xwe'    Mihemed Ezîz jî wiha dibêje: "Piştî ku çeteyan êrîş kirin em çûn Qamişloyê, lê dîsa em vegeriyan û niha ez li dibistanê me perwerdeya xwe dibînim. Ez hêvî dikim ku hemî zarok vegerin dibistana xwe."