Bi hatina zivistanê rewşa koçberên Kampa Waşokanîyê zehmetir dibe 2019-12-11 09:06:15   HESEKÊ - Bi hatina zivistanê rewşa koçberên Kampa Waşokanîyê zehmetir dibe. Koçberên Kampa Waşokanîyê derbarê şerdên dijwar ên ku di nav de dijîn de wiha gotin:"Bi hatina zivistanê em gelekî zehmetiyê dibînin. Dema baran dibare her der dibe herî û ava baranê bandorek neyînî li ser me dike."   Ji ber êrişên artêşa tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Rojava nêzî 300 hezar kes ji bajarê Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn. Rêveberiya Xweser ji bo koçberan zêdetirî 94 dibistan amade kirin. Kampa Waşokanî ya Hesekê, di 1'ê Mijdarê de hate avakirin. Di encama şertên ne baş ên kampê de, bi hatina zivistanê û barîna baranê re êşên koçberiyê zêde dibin. Ji ber êrişa Tirkiyeyê li gorî rapora karûbarên rêxistinên mirovî 478 sivîl hatine kuştin, hezar û 70 sivîl birîndar bûne û 300 hezar kes ji warên xwe koçber bûne.   Kameraya ajansa me di nava koçberên Kampa Waşokanîyê de geriya û rewşa wan şopand. Koçberên kampê êşa xwe bi rêya ajansa me parve kirin.   'Bi barîna baranê êşa me zêdetir bû'   Emîne Îsa axivî û got: "Piştî baran bariya, av derbasî konê me bû. Me dora kon koland ji bo careke din wisa nebe. Em bang li tevahiya mirovên cîhanê dikin ku me vegerînin malên me. Ev daxwaza me ya tekane ye, em dixwazin vegerin malên xwe. Zarkên me ber çavê me ji ber sermayê nexweş dikevin. Ev sûcê Erdogan û kesên bêdeng in ku îro zarokên me nexweş dikevin."   Emîne di dawiya axaftina xwe de bi hatina demsala zivistanê banga alîkariya Kampa Waşokanîyê kir.    'Artêşa tirk û çeteyên wê pîvanê olî û navneteweyî binpê dike'   Hemdiya Şêx Seyîd teqez kir ku artêşa tirk û komên girêdayî wê pîvanê olî û navneteweyî binpê dikin û wiha domand: "Di kîjan ol û mezheban de hatiye gotin ku gelekî radestî çeteyan bikin? Di kîjan olî de an jî pîvanê navneteweyî de hatiye gotin ku xwediyê kedê koçber bibe û kesên xwînmij li ser keda wan bijî? Em dixwazin vegerin, lê em wê yekê jî dizanin ger em vegerin dê artêşa tirk û çeteyên wê me qetil bikin. Em erd, mal û milkên xwe dixwazin."   'Êrîşan ewlehiya me hedef girtin'   Hemdiyayê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha pê de çû: "Em di nav malên xwe de di nav ewlehiyê de bûn. Ji ber êrişên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên me em koçberî vir bûn. Rewşa me di nav sarmayê û heriyê de gelek zehmet e. Zarokên me biçûk in û amûrên germkirinê tune ye."   Hemdiyayê di dawiya axaftina xwe de banga alîkariya lezgîn ji bo koçberên Kampa Waşokanîyê kir.