'Şoreşa jinên Rojava hêviya serkeftina hemû jinên cîhanê ye' 2019-12-11 09:04:35   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Şervana YPJ'ê ya Enternasyonel Dîlan Cûdî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava nirxand. Dîlanê got:"Dem ne dema gotina ye, dema pêkanînê ye. Heger êrîş û dagirkeriya dewleta tirk neyê rawestandin wê komkujiyên pir mezin jî rû bidin. Divê cîhan bibîne ku li Bakurê Sûriyeyê zarok û jin bi guleyên dewleta tirk tên qetilkirin. Çapemeniyên ku êrîşên dewleta tirk ragihandin piştî mehekê ji şer ew jî hatin bêdengkirin. Pêwîst e ku êrîş werin sekinandin û her em ê li hember dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe bidin."   Bi salên şoreşê re gelek şervanên enternasyonel ji gelek welatên cîhanê ku xebatên cûda cûda didan meşandin hatin û tevlî nava refên YPJ/YPG'ê bûn. Yek ji wan jî Dîlan Cûdî ye ku bi eslê xwe ji Kanadayê ye. Derbarê şoreşa Rojava û êrîşên dewleta tirk ên li dijî vê herêmên Rojava Dîlan Cûdî nirxandin kir.   'Şoreşa jinên Rojava hêviya serkeftina hemû jinên cîhanê ye'   Dîlanê armanca xwe ya hatina Rojavayê Kurdistanê wiha vegot: "Ez li Kanadayê wekî bijîşkekê di nexweşxaneyê de ji bo xilaskirina jiyana mirovan dixebitîm. Paşê min Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku jin pêşengtiya wê dike bihîst û li ser vî esasî di sala 2015'an de min berê xwe da Rojava da ku alîkariyê bidim şoreşa jinan. Di destpêkê de min tenê xwest ez bibim alîkar paşê bi têkoşîna jinan ez pir bandor bûm ji ber wê ez tevlî nava refên YPJ'ê bûm. Şoreşa Rojava ji bo min gelekî bi wate ye."   'Wekî şervaneke YPJ'ê û bijîşkekê bi erkê xwe yê welatparêzî û mirovî radibim'   Dîlanê diyar dike ku di gelek operesyonên QSD'ê de li dijî DAIŞ'ê cih girtiye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di şerê li dijî DAIŞ'ê de min ne tenê wekî şervanekê li ber xwe dida wekî bijîşkekê jî  min birîndar derman dikirin û bi erkê xwe yê exlaqî û mirovî radibûm. Jin bi çeka xwe ya bingehîn ew jî fikir û îradeya xwe, xwe diparêzê û li hember hêza ku li ser tevahî cîhanê bûbû xeteriyeke mezin şer kir û ew şikand. Têkoşîn û serkeftina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mala hemû jinên cîhanê taybet yê jinên Kanadayê ye."   'Sîstem û pergala wekhevî û hevserokatiyê tên hedefgirtin'   Dîlanê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û wiha pê de çû: "Dewleta tirk di asta yekemîn de sîstem û projeya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin hedef digire û dixwaze ku pergala li vir hatiye avakirin birûxîne. Piştî êrîşan dagirkerî, dizî, talanî çêdibe û demografiya herêmê jî didin guhertin. Di heman demê de jî nexweşxaneyê ku me lê birîndar derman dikirin hedef girtin ev yek jî li dijî qanûnên navneteweyî ye, lê dîsa jî hemî dewlet bêdengiya xwe her diparastin."   'Pêwîst e Emerîka li dijî dagirkeriyê derkeve'   Dîlanê derbarê dagirkeriya dewleta tirk de peyamek ji Emerîkayê û hêzên navneteweyî re bi rê kir û wiha bi dawî kir: "Dem ne dema gotina ye, dema pêkanînê ye. Heger êrîş û dagirkeriya dewleta tirk neyê rawestandin wê komkujiyên pir mezin jî rû bidin. Divê cîhan bibîne ku li Bakurê Sûriyeyê zarok û jin bi guleyên dewleta tirk tên qetilkirin. Çapemeniyên ku êrîşên dewleta tirk ragihandin piştî mehekê ji şer ew jî hatin bêdengkirin. Pêwîst e ku êrîş werin sekinandin û her em ê li hember dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe bidin."