Dîlber Yûsif: Çeteyên DAIŞ'ê sûcên şer li dijî mirovahiyê kirine 2019-12-11 09:03:31   Roj Hozan   QAMIŞLO - Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Dîlber Yûsif, derbarê rewşa girtiyên DAIŞ'ê yên ku li kampa Holê dimînin û xeteriya wan a li ser civakan, nirxand û got: "Xeteriya mezin a DAIŞ'ê di vê demê de, şerê wê yê bîrdozî ye. Ev xeterî li ser tevahî cîhanê ye. Çeteyên DAIŞ'ê sûcên şer li dijî mirovahiyê kirine û divê werin cezakirin."    Bi êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Rojava, tevgera DAÎŞ'ê jî zêde bû. Di kampa herî xeter a di cîhanê de, kampa holê ya ku girêdayî Kantona Hesekê  ye û piraniya wan malbatên  DAIŞ'î ne, jinan tevgera  xwe ji nû de bi rêxisin kirine. Bûyerên ku di hundirê kampê de diqewimin, ne normal in. Her roj jin hev qetil dikin ji bilî çalakiyên cuda yên şewitandinê û her wekî din. Têkildarî mijarê  Şêwirmenda Rêveberiya Xweser, Dîlber Yûsif nirxandinên girîng li ser rewşa dawiyê ya van çeteyan kir û ji ajansa me re parve kir.    'Bi êrîşên dewleta tirk re çeteyên DAIŞ'ê xwe bi hêz kirin'   Dîlberê wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Rêxistina DAIŞ'ê piştî binkeftina wê di Baxozê de, gelek şaneyên wê li herêmê hatin belavkirin. Kesên ku di encamê operesyonê de hatin girtin û bi xwe teslîm bûn, zêdetir li kampa holê  hatin bicihkirin û hin ji wan jî di girtîgehan de ne. Rewşa dawî ya êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hişt ku careke din çeteyên DAIŞ'ê  dest bi liv û tevgera xwe bikin. Di encamê de tehdîdên tirkiyeyê yên li ser herêmê, çeteyên DAIŞ'ê careke din xwe bi rêxistin kirin û weke şensekê dîtin ku bi hêz bibin. Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi teqînan kirin û navendên tevgera sivîlan  armanc girtin, da ku tirsek di nava gel de çê bibe û ewlehiya ku li herêmê heye têk bibin. Ji bo wê bi êrîşên dewleta tirkiyeyê re çeteyên  DAIŞ'ê xwe bi hêz kirin."     'Birdoziya DAIŞ'ê di mêjiyê jinên DAIŞ'î de zindî ye û xurt e'    Di dewamiya gotinên xwe de Dîlberê behsa  rewşa jinên DAIŞ'î yên ku li kampa holê dimînin  kir û wiha domand: "Dema me ev çete derbasî kampê kirin, di kontrolekê de derbas bûn, wê demê tu xebatek wan ên cidî tune bû. Lê em dikarin bêjin di aliyê fikir û birdoziya DAIŞ'ê de û bandora ku li ser wan hatibû kirin, hîn di nava wan de bi hêz û xurt e. DAIŞ'î yên ku niha di kampê de dimînin ji hemû welatên cîhanê ne. Ev kes di mêjiyê xwe de gelek hişk in, fikira DAIŞ'ê di mêjiyê wan de zindî ye û xebatên DAIŞ'ê dimeşandin û weke lingên bingehîn yên rêxistina terora DAIŞ'ê ne."    'Di kampa holê de hovîtiyeke mezin ji aliyê jinên DAIŞ'ê tê kirin'    Dîlberê di nava axaftina xwe de bal kişand ser rewşa rêxistina jinên DAIŞ'î ya di hundirê kampê de û kiryarên ku rojane dikin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Rewşa dawiyê ya qetilkirina serokê rêxistina DAIŞ'ê Ebû-Bekir El-Bexdadî, van çeteyan daxuyaniyên wan gelek caran çêdibûn, ku weke tolhildan ji Bexdadî re wê rêxistina xwe xurt bikin. Di hundirê kampa holê de, gelek çalakiyên wan hene, jinên berpirisyarê rêxistina (Hisbê) ya ku bi taybet jinan ceza dikin, ji nû de xwe komî ser hev kirin û rêxistina xwe xurt kirin. Kesên ku di kampê de ne jî, ger jinên hisbê bibihîzin ku ji rê û birdoziya DAIŞ'ê dûr ketine, konê wan tên şewitandin û roja din kuştî tên dîtin. Ev yek ji aliyê jinên DAÎŞ'yan ve tê kirin. Hovîtiya ku dikin, peyam ji bo tevahî kesên ku di kampê de ne, tirseke cidî heye. Rojane jin di wir de tên qetilkirin û cenazeyê wan li orta kampê tê dîtin."   'Ger ev çete birevin wê ji bo civakan xetereyek mezin be'   Dîlberê destnîşan kir ku li ser xeteriya van çeteyên DAIŞ'ê ku di kampê de dijîn cîhan bêdeng e û wiha got:  "Kesên DAIŞ'î yên ku di vê kampê ne, xeter in. Zarokên xwe li ser rihê intîqam û kuştinê perwerde dikin. Zarokan weke pêşeroja dewamkirina birdoziya DAIŞ'ê dibînin. Ev xeterî ne tenê li herêmên me ye, li ser tevahî cîhanê ye. Jinên ku ewqas radîkal û poşmaniya wan ji sûcên ku kirine tune ye, cîhanê tehdîd dikin. Xeteriya herî mezin hîn di warê birdoziyê de ye. Ger ev jin birevin wê çi bikin? Hewildanên wan yên revê hene. Ger ev çete birevin wê ji bo civakan xetereyek mezin be."   'Divê DAIŞ'î yên ku sûc kirine werin cezakirin'   Dîlberê di nava nirxandinên xwe de balê dikşîne ser êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê ku girtîgehên çeteyan hedef girt û ev bû sedem ku hinek çete birevin û wiha dom kir: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker, taybet deverên girtîgehên DAIŞ'ê hedef girtin, da ku çeteyên DAIŞ'ê bikaribin birevin. Girtîgiha Qamişlo, kampa DAIŞ'î yan li Eyn Isa hat hedefgirtin û hin çete reviyan, berê xwe dan deverên ku çeteyên tirkiyeyê lê dimînin û niha jî gelek ji wan li Girêspî û Serêkaniyê ne. Ji bo wê bangawazî li civaka navneteweyî hat kirin ji bo rewşa van çeteyan. Parastina wan di kampan de zehmet bûye û hêza me ya parastinê ku heye parastina axa xwe ji êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê dike, ji bo wê ger Tirkiye êrîşên xwe dewam bike, rewşa ewlehiyê jî wê lawaz bibe. Kesên ku ji girtîgehan reviyan di encama êrîşan de, em rewşa wan nizanin û hin ji wan jî di encama operesyonan de hatin girtin. Em nizanin wê ev çete bi çi perspektîfê kar bikin, yan jî vegerin welatên xwe çi bi wan welatan bikin? Gerek êrîşên li ser herêmê bên rawestandin û DAIŞ'î yên ku sûc kirine werin cezakirin."   'Çeteyên  DAIŞ'ê sûcên şer li dijî mirovahiyê dikin'   Dîlberê di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku çareseriyeke mayinde ji van çeteyan re bibînin, da ku werin cezakirin û wiha bi dawî kir: "Çeteyên DAIŞ'ê sûcên giran kirine. Mirov di komkujiyan re derbas kirine, destdirêjî li ser jin û nirxên wê kirine. Li ser destê wan bi hezaran jin di bazaran de firotine. Kurd, ereb û suryan êşên mezin ji hovîtiya wan dîtine û hîn çarenûsa gelek mirovan ne diyar e, xeteriya DAIŞ'ê zêde ye. Ji bo wê divê alîkarî bi Rêveberiya Xweser  re were kirin, da ku çareseriyeke mayinde ji bo van çeteyan were dîtin û dadgeheke navneteweyî ji bo wan were çêkirin. Her dewletek berpirsiyarê çeteyên xwe ye. Çeteyên  DAIŞ'ê sûcên şer li dijî mirovahiyê kirine û divê werin cezakirin."