ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-11 09:00:00   *Hevseroka SES'ê ya Wanê Fatma Arslan, diyar kir pirsgirêka herî mezin a di qada tenduristiyê de nedayîna xizmeta bi zimanê dayikê ye û got polîtîkayên tenduristiyê bi pirsgirêk in û wek kiryar li nexweşan û nexweşxaneyan dinêrin. DÎMEN HEYE   *Komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Mêrdînê ku nû hat sazkirin, lez da xebatên xwe. Ji parêzerên Komîsyonê Fatma Balta wiha got: “Armanca me ya herî mezin, em nîşan bidin ku jin û zarokên rastî îstîsmar û şîdetê hatine, ne tenê ne.” DÎMEN HEYE   *Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Dîlber Yûsif, derbarê rewşa girtiyên DAIŞ'ê yên ku li kampa Holê dimînin û xeteriya wan a li ser civakan, nirxand û got: "Xeteriya mezin a DAIŞ'ê di vê demê de, şerê wê yê bîrdozî ye. Ev xeterî li ser tevahî cîhanê ye. Çeteyên DAIŞ'ê sûcên şer li dijî mirovahiyê kirine û divê werin cezakirin." DÎMEN HEYE   *Şervana YPJ'ê ya Enternasyonel Dîlan Cûdî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava nirxand. Dîlanê got:"Dem ne dema gotina ye, dema pêkanînê ye. Heger êrîş û dagirkeriya dewleta tirk neyê rawestandin wê komkujiyên pir mezin jî rû bidin. Divê cîhan bibîne ku li Bakurê Sûriyeyê zarok û jin bi guleyên dewleta tirk tên qetilkirin. Çapemeniyên ku êrîşên dewleta tirk ragihandin piştî mehekê ji şer ew jî hatin bêdengkirin. Pêwîst e ku êrîş werin sekinandin û her em ê li hember dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe bidin."DÎMEN HEYE   *Bi hatina zivistanê rewşa koçberên Kampa Waşokanîyê zehmetir dibe. Koçberên Kampa Waşokanîyê derbarê şerdên dijwar ên ku di nav de dijîn de wiha gotin:"Bi hatina zivistanê em gelekî zehmetiyê dibînin. Dema baran dibare her der dibe herî û ava baranê bandorek neyînî li ser me dike." DÎMEN HEYE   *Rêvebera Dibistanên Navçeya Til Temirê Leyla Simêla vekirina deriyên dibistanan a li xwendekaran nirxand û xwendevanan jî kêfxweşiya xwe anîn ziman. DÎMEN HEYE   *Jinên Silêmanî derbarê pêşniyara lidarxistina ji bo sêyemîn konferansa neteweyî ya Jinên Kurd de axivîn. Jinan gotin:"Divê sêyemîn konferansa neteweyî ya Jinên Kurd bê lidarxistin." DÎMEN HEYE   *Li girtîgehên Tirkiyeyê û heremê li dijî girtîyan êrîş,îşkence û tundî gihiştiye asta herî jor. Têkîldarî binpêkirina mafên girtiyan Seroka TÎHV'ê Şebnem Korur Fîncanci axivî û diyar kir ku îşkence sûcê li dijî civakê ye. BI DÎMEN   *Malbatên girtiyan diyar kirin ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên jiyîn, nîşaneya şîdeta dewleta mêr e û got: “Heta ev zîhniyet bi dawî nebe, em ê bi girtiyan re têbikoşin. Em ê şopdarê vê bin.” BI DÎMEN   *Heznî Aslan 4 sal e bê navber li cenazeyê keça xwe Hacer Aslan digere. Heznî ya ku lawê wê jî li Cizîrê jiyana xwe ji dest da got: "Çi dibe bila bibe ez ê ji têkoşîna xwe gavê paşve neavêjim. Heta dawiya jiyana xwe ez ê li têkoşîna zarokên xwe xwedî derkevim û li ser şopa wan bim." BI DÎMEN