Li Silêmaniyê rêxistinên sivîl banga parastina mafên mirovan kir 2019-12-10 16:40:37   SILÊMANÎ - Bi minasebeta roja Mafên Mirovan li Silêmaniyeyê rêxistin û saziyên sivîl daxuyaniyek dan û bal kişandin ser parastina mafên mirovan.    Di 71’emîn salvegera mafê mirovan de rêxistinên sivîl û hiqûqî yên bajarê Silêmanî meşek hat li dar xistin. Meş li ber avahiya Hunerî dest pê kir û heta ber avahiya Nivîsgeha Mafê Mirovan dom kir. Di meşê de dirûşma "Parastina mafên mirovan erka me hemûya ne, em bi hev re bi parêzin" hat berzkirin. Daxuyanî ji hêla Kuwêstan Ebdurehman ve hat dayîn.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em daxwez dikin ku hîn zêdetir giringî were dayîna ji bo mafên mirovan û dezgehên ku mafên mirovan diparêzin. Divê parlamento derbarê parastina mafên mirovan de yasayên girîng derxe û pratîze bike. Her wiha divê li hemberî xebatên rojnemegeran astengiyên heyî ji holê bên rakirin. Her wiha divê çek girtin bi qanûnan bê qedexekirin. Her wiha li hemberî kuştin û şîdeta li hemberî jinê jî qanûn bên derxistin."   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku jin bi rêya telefonê tên tehdîtkirin û wiha hat gotin: "Kuştin û şîdeta li hemberî jinê her ku diçe zêdetir dibe. Di nav rojê de jinek an jî 3 jin bi rêya telefonê tên tehdîtkirin. Jin bi nimreya 122 wêneyên tehdîtkaran deşîfre dike. Her wiha divê li dijî zewicandina zarokan hewldanên giştî bên kirin. Divê pirsgirêkên li hemberî xwendekaran ji holê bê rakirin ku hemû kes bi mafê xwe yên xwendinê bikarbînin."