Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê ji bo 10'ê Kanûnê daxuyanî da 2019-12-10 15:37:25   QAMIŞLO - Bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê, Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê daxuyanî da.   10’ê Kanûnê ji aliyê Komeleyên giştî ya cîhanê di sala 1948’an de hate îlankirin. 10’ê Kanûnê weke roja mafê mirovan tê pênasekirin. Bi boneya vê rojê Rêxistina Mafê Mirovan ya herêma Cizîrê daxuyaniyek li ber deriyê navenda NY'ê ya bajarê Qamişloyê da. Di daxuyaniyê de bi dehan  sazî û dezgehên jin amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêvebeirya Rêxistina Mafê Mirovan Evîn Cuma ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:   "Her sal roja Mafê Mirovan li hemû cîhanê tê bîranîn. 10'ê kanûnê ji aliyê komeleyên giştî yên cîhanî ve di sala 1948'an de hat îlankirin. Armanca mafê mirovan ew e ku xwediyê niştecih, siyasî, civakî, aborî û çandiniyê derdikevin.    Di vê salê de bîranînên 10'ê kanûnê roja mafê mirovan ya cîhanî bi dirûşma "Ciwan parastina mafê mirovan dikin" tê lidarxistin. Ciwan giringiya guhertina rewşa welat ji nebaşiyê ber bi başiyê ve, ji bo avakirina welatê xwe û parastina axa xwe ser milê xwe digirin. Rêxistina mafê mirovan yê cîhanî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dibîne. Bêhtirî 300 hezar kes neçar man di vê zivistanê de koçber bibin.    Rêveberiya Xweser û rêxistina mafê mirovan ya Rojava di her aliyê de alîkarî didin gelê koçber û pêwistiyên wan bi cih tînin. Koçber di aliyê pêwistiyan de gelek zehmetî dikşînin. Ji 9'ê cotmehê heta niha nêzî hezar û 321 kesên sivîl  koçber, birîndar û jiyana xwe ji dest dane. Divê ku rê li pêşiya van kiryarên dewleta tirk bi rengekî lezgîn ji aliyê dewletên navneteweyî û Rêxistinên Mafê Mirovan ve were girtin. Her wiha komîteya lêpirsinên dewletên navneteweyî pêwist e dewleta tirk li ser kiryarên ku di derheqê gelê me de aniye lêpirsin bike."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.