'Dewleta tirk li gor bendên mafê mirovan tev nagere' 2019-12-10 14:37:11   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Bi boneya 10’ê kanûnê roja Mafê Mirovan ya Cîhanî, Rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma axivî û got: "Dewleta tirk û çeteyên wê hemû zagonên  mafê mirovan  di hevpeymanê nevneteweyî de hatiye îmza kirin, binpê kirin."   Her sal 10'ê kanûnê weke roja Mafê Mirovan a Cîhanî di 10'ê kanûnê de li giştî cîhanê tê pîroz kirin. 10’ê Kanûnê ji aliyê Komeleyên giştî ya cîhanê di sala 1948’an de hate îlankirin. 10’ê Kanûnê weke roja mafê mirovan tê pênasekirin. Lê gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj ji aliyê dewleta tirk ve rastî binpêkirin û komkujiyê tên. Têkîldarî vê rojê ji Rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma nêrînên xwe parve kir.    'Li Rojava bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin'   Evînê di destpêka axaftina xwe de bêdengiya rêxistinên mafê mirovan şermezar kir û wiha got: "Îro salvegera îmzekirina hevpeymana navneteweyî ya Mafê Mirovan ya Cîhanê ye. Ev 9 sal in gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê dewleta tirk ve Gelê Kurd rastî binpêkirin û komkujiyên cuda tên. Dagirkeriya Efrînê li ber çavê hemû dinyayê çêbû, lê wê demê jî yên ku digotin em rêxistinên mafê mirovan in bêdeng man. Efrînê çi hat jiyîn, li Serêkaniyê û Girê Spî jî hat jiyîn, lê car din rêxistinên mafê mirovan bêdeng man. Li  Rojava bi hezaran zarok û jin hatin qetilkirin û bê cih û war man."   'Dewleta tirk li gor bendên mafê mirovan tev negeriya'   Evînê diyar kir ku hevpeymanên mafê mirovan a di qada navneteweyî de hatiye îmzekirin tu wateya wê nemaye û wiha pê de çû: "Rêxistina Mafê Mirvan a Cîhanî tu sekin û mudaxeleyên cidî ji bo rawestandina qetilkirina jin û zarokan nîşan nedan. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê pêvajoyê de ji şerekî qirêj re derbas bû. Zagonên ku Rêxistinên Mafê Mirovan a Cîhanî di nava hevpeymanên navneteweyî de îmze kirine wateya wê nema ye. Dewleta tirk û çeteyên wê li gor bendên mafê mirovan tev negeriyan û  mafê mirovên bê sûc binpê kirin. Li hember ewqas êrîşan car din Rêxistinên mafê mirovan bêdengiya xwe diparêze."