'Rêxistinên Mafên Mirovan ên Cîhanê li hemberî komkujiyan çima bêdeng in?' 2019-12-10 09:03:40   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê Rêvebera Qada Civakî ya Kantona Qamişloyê Gulîstan Elî û Rêvebera Rêxistina Sara ya Tundiya li Dijî Jinan Mûna Ebd-ElSelam bal kişandin ser bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê û gotin: "Hişmendiya hêzên desthilatdar mirov bê maf hiştin. Her wiha li hemberî komkujiyên li herêmê pêk tên rêxistinên mafên mirovan xwe bêdeng dikin."   Roja Mafê Mirovan ya Cîhanê di 10’ê Kanûnê ji aliyê Komeleyên giştî ya cîhanê di sala 1948’an de hate îlan kirin. 10’ê Kanûnê weke roja mafê mirovan tê pênasekirin. Ji mafê her mirovekî, netew, ol, ziman, siyasetên  cûda û ser bi xwe vê rojê pêşwazî dikin. Lê dema mirov li rewşa ku niha cîhan têde derbas dibe mêze dike û di nav şer û pevçûnên ku her roj mafê mirovan tê de tê binpêkirin. Mirov dikarê bêjê ne roj û ne jî rêxistin bi xwe dikarê mafê mirovan biparêzê. Her roj mirov rastî tundî, qetilkirin, koçberkirin û tecawizê tên. Lê bê dengiya mafê mirovan ji van hemû derbaskirinên sînorên mafê mirovahî xeteriyeke mezin li ser mirov û civakê bi xwe tînê. Rêvebera Qada Civakî ya Kantona Qamişloyê Gulîstan Elî û Rêvebera Rêxistina Sara ya Tundiya li Dijî Jinan Mûna Ebd-ElSelam derbarê mafê mirovan û li ser bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nêrînên xwe anîn ziman.   'Hişmendiya hêzên desthilatdar mirov bê maf hiştin'   Gulîstan Elî li ser sedemên bê mafiyê ku civak rastî tê û di nav de jî windakirina heqê mirov wiha dibêjê: "Bi belavbûna pênaseya rast ya maf û bi derketina hişmendiya desthiladariyê ya netewperest ku gelan ji hev qut bike, mafê mirov êdî daket asta herî jêrîn. Dewletên netewperest yên ku dixwazin desthilatiya xwe li ser gelan ferz bikin, bê mafî ji wir de dest pê kir. Pîvanên exlaqê mirovahiyê, rêzdariya ji ol, mezheb û axa mirovan re nema ye. Îro mînakên wê jî li ber çava ye û her kes dibînê, lê xwe bê deng dikin. Pêwîstî hebû ku rêxistineke mirovahî hebe mafê mirovan ji komkujiyan biparêzê, lê di roja me ya îro de gelo ev rêxistin bi erkê xwe radibê?  Dibe ev pirs di mêjiyê her kesî de bigerê, lê bersiva wê jî xwiya ye. Ne jî rêxistin û ne jî roj têrê dike, li ser komkujiyên derheqê mirovan vebêjê û bi hêjmêrê."    'Mafên mirovan tê binpêkirin'    Di dewamiya gotinên xwe de Gulîstan li ser pênaseya rast ya mafê mirovan wiha rawestiya: "Bi piştgiriya dewletên navnetewî yên ku hegemonîk ên cîhanê ne, rêxistina mafê mirovan hat ava kirin. Li ser 30 bendan mafê mirov tê parastin, bê ku tu kes li pêşiya wan bibe asteng. Dema ku ev nav tê bihîstin, mirov dibê raste ku maf ji wan re heye, lê di rastiyê de tênê weke nav dimînê. Di welatan de mirovan tune dikin û rastî qirkirinê tên û mafê mirovan ji xwe re temaşe dikin. Erk û berpirisyartiya mafê mirovan, ne her kes dikarê rake, encex kesên ku rastî mirovan hez dikin û mafê wan bi rengekî wekhev û azad ji wan re didin, bibin berpirsiyarên mirovan."         'Dema komkujî pêk tê mafen mirovan li ku bû?'   Gulîstanê di nav axaftinên xwe de bal kişand li ser ne pêkanîne saziyên mafên mirovan ji erkên xwe re û wiha axivî: "Şerê ku ev çend sal in li Sûriyeyê rû didê û di nav de mirovên bê sûc dibin qurban, mafê mirovan ji bo wan tiştek nekiriye. Rêxistina Mafê Mirovan, mafê mirovan bin pê dike. Tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin û mirovan dikin mertal. Li ser hesabê jiyana gelan, feydeyê ji şeran dibînin û tu mafî ji mirovan re naparêzin. Binpêkirinên ku li ser mirovan tê meşandin, her kes dibînê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezara komkujî li ser gelan hatin kirin, mafê mirovan li ku bû? Mafê kî parast? Hesab ji kî xwest? Mirovên ku dibêjin em mafê mirovan dibapêzin, heman mirovên ku gelan di komkujiyan re derbas dikin."       Gulîstanê wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Divê rêxistinên mafê mirovan bi erkê xwe rabin û mirovan ji komkujiyan biparêzin. Derheqê sûcdarên şeran de, divê hesab were xwestin û rê li pêşiya êşa gelan û xwînijandina mirovan were girtin."   'Bêdengiya li hemberî komkujiyan tê wateya şirîktiyê'    Mûna Ebd-ElSelam li ser roja cîhanî ya mafê mirovan rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şerê ku îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ku dixwazê maf û axa mirovan desteser bike, hemû zagonên mirovahî hilweşandin. Zarokên ku îro li ser destê tirkiyê tên qetilkirin û mirovên ku her roj rastî komkojiyan tên, ma mafê mirovan van komkujiyan nabînin? Ger ku îro li beramberî van êrîşan bê dengin, wê demê ew jî şirîkin. Bila hew gelan bi dirûşmeyan bixapînin, rastiye wan eşkere ye. Di roja cîhanî ya mafê mirovan de, bila desthilatdar bihêlin mirov aram bijîn û destê xwe ji xwînrijandina mirovan vekişînin, wê demê wê mafê hemû mirovan were parastin û misoger kirin."