Meclisa Jin a Sûriyê hemeleya xwe ya çalakiyan bi dawî kir 2019-12-09 17:10:34   QAMIŞLO - Meclîsa Jin a Sûriyê rêzeçalakiyên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê de dabûn destpêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî kirin.   Meclisa Jinan a Sûriyeyê Hemelya xwe ya ku di çerçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê dabû destpêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî kir. Daxuyaniya bidawîkirina hemleyê li Parka Xwendê ya taxa Xerbî hat dayîn. Hemû sazî û dezgehên jinê yên civaka Sivîl û Rêveberiya xweser di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovab û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku mafên jinan neyê binpêkirin. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jin a Sûriyê Lîna Berekat ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye: "Ji Adara sala 2011’an ve ji dema ku Şoreşê li sûriyeyê dest pê kir de, di encamê şerê ku tê meşandin de, bi hezaran keç û xortên me divê oxirê de canê xwe ji bo axa xwe feda kirin û mafên jinan ê jiyanê hat binpêkirin. Bi sed hezaran kes neçarî koçberiyê hatin kirin. Hêjmara jinên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan bi hezaran e. 10 hezar û 26 jin heta niha jî hûnda ne. Jinan li Rojava di qadên civakî, siyasî, aborî, hiqûqî û rojnemavantiyê de cihê xwe girtin. Jinan li Sûriyeyê bedela herî giran dan û çeteyên DAIŞ'ê jî bi her awayî êrîşê jinê kirin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî DAIŞ'ê di êniya pêş de cihê xwe girtin.    Şerê ku ji 9'ê cotmehê ve dêst pê kir gel neçar ma koçber bû. Her wiha di vî şerî de Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, Amara Rênas û dayê Eqîde hatin hedefgirtin. Şêniyên Cizîrê ku ji bo piştgiriyê çûn hawara gelê Serêkaniyê bûn hedefa tang û topên dewleta tirk û di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin. Hêjmara zarokên ku bi malbatên xwe re koçber bûne 45 hezar û 575 e, her wiha 37 hezar û 130 jinên ku yên ducaî jî di nav wan de hene koçberî bajarên dûrî şer bûne. Tişta ku herî zêde li zora jinan diçe, li ruxmê ku hemû cîhan van komkujiyan dibîne bêdengmayîna wê ye. Heta niha tu kes ji bo parastina jin û zarokan bi erka xwe ranebûne.    Em jî wek Meclîsa Jinan a Sûriyê bi rola xwe destekê didin hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kiryarên dewleta tirk, dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi tundî şermezar dikin.   Em banga rawestandina şer û rawestandina rijandina xwînê li raya giştî ya navneteweyî dikin û van daxwazên xwe rêz dikin:   "*Ji bo hemû saziyên erkdar daxwaza me ku berpirsyartiya li hemberî gelê Sûriyê û herêmê bi giştî bi cih bînin û ji bo çareseriya Sûriyê bi awayekî aşîtiyane bi bilez bikevin tevgerê.   *Daxwaza me ji Rêxistin, deste û civaka nevneteweweyî ew e ku helwesta xwe bidin diyar kirin û Erdogan ji ber sûcê şer ku kiriye bê darizadnin.     *Eşkerekirina xeteriya dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhiltê Sûriyê ji wan operasyonên leşkerî ji binpêkirin mafê sivîlên Sûriyê û koçber kirina wan ya bi zorê.   *Em rêxistinên hiqûqî û sivîl yên Sûriyê ji bo amadekirina dosiyaya kiryarên Erdogan vedixwîn ku ji bo ew û komên girêdayî xwe li qada navneteweyî bên darizandin.   *Em daxwaza vegera koçberan li bajar û gundê wan dikin, rakirina hemû tiştên ku li pêşiya wan bibe astengî û parastina ewlehiya wan ji êrîşan dikin.    *Em hemû rêxistin û desteyan ji bo pêkanîna pêdiviyên jiyanî yên koçberên Serêkaniyê û Girê Sipî vedixwînin.   *Em Hevgirtina hemû pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re li beramberî rawestandina hemû xeteriyan dixwazin."