Li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Brukselê meş 2019-12-09 11:25:42       NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê di 11'ê kanûnê de li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Brukselê meşek li dardixin û banga tevlîbûna meşê kirin.    Tevgera Jinên Kurdistanê yên Ewropoyê (TJK-E) li dijî êriş, ji bo parastina Rojava û li dijî qirkirina jinê li Brukselê di 11'ê Kanûnê de meşek li dar dixin. TJK-E derbarê meşê de daxuyaniyeke nivîskî da û banga tevlîbûnê kir.    Di daxuyaniya nivîskî de hat bibîrxistin ku şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye û wiha hat gotin: "Sîstema jiyana azad û demokratîk a gelan e. Ji ber vê yekê rejîma Erdogan ku nîşaneya sîstema hegemonîk a serweriya mêre, êrişî Rojava dike ku qir bike û dagir bike. Bi vê armancê jî destpêkê jinê dike hedef. Di nava du mehan de li Rojava gelek jin, zarok, sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn. Bi hezaran kes ji warê xwe hatin koçberkirin. Bi her rengî komkujî û tundî li jinên Rojava hat kirin û ev rewş roj bi rojê giran dibe."   Li dijî vê yekê TJK-E'yê bang li her kesî kir ku di 11'ê Kanûnê de li Brukselê tevlî meşê bibin û bang li saziyên navneteweyî jî kir ku wezîfeya xwe pêk bînin.