‘Jin li Başûrê Kurdistanê li dijî şîdetê yekdengiya xwe ava kirin' 2019-12-09 09:52:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federal a Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên 16 rojî yên têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan de, gelek çalakiyên cûda yên ji bo mafên jinan û piştgirîdayîna jinên Rojavayê Kurdistanê re hatin lidarxistin. Aktivîst û Endama Rêxistina Jiyan Ala Kemal got: “Van 16 roja tevayî jina anî cem hev û yekdengiya jina afirand.”   Li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiyên 16 rojî yên têkoşîna li dijî şîdeta ser jinan bi dawî hatin. Di van 16 rojan de jinan bi çalakiyên cûda cûda xwedî li roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinan derketin. Çalakiyên 16 rojî yên têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve hatin lidarxistin, Navê hinek ji van rêxistinan evin; Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Rêxistina Jiyan, Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Rêxistina Xanzad, Rêxistina Harîkarî Yasayî, Kampanya li dijî şîdeta li ser jinê û dagirkeriyê bêdengiyê bişkîne û gelek rêxistinên din bi awayê serbixwe çalakiyên cûda lidarxistin.   Semîner, meş û civîn hatin lidarxistin   Çalakî li parêzgehên Silêmanî, Hewlêr, Dihok, navçe û bajarokên Herêma Federal a Kurdistanê hatin lidarxistin. Hinek ji van çalakiyan di bin dirûşma ‘Em ê li dijî hemû şîdetek rabin, şehîd Hevrîn Xelef, Daye Eqîde û Amara Kobanê sembola berxwedana jinên têkoşere’ hatin lidarxistin. Her wiha di gelek semîner, meş û civînan de jinan piştgiriya xwe bi berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê re dubare nîşan dan.   Jin daxwaza kotayê kirin   Di yek ji çalakiyên 16 rojî de Jinên nava Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) di civînek çapemeniyê de cara yekem rexne li hizba xwe kirin û ragihandin di nava hizba wan de ne yeksanî li hemberî jina heye û daxwaz kirin ku kotaya jinan di nava YNK’ê de mîna ya parlamentoya Herêmê ji sedî 30 were danîn.   Cihek nîne gilî bikin...   Her wiha di çarçoveya çalakiyên 16 rojî de jinên Helebce yê di çalakiyek xwe de ji ber nebûna Ofîsa Tekoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê girtin û diyarkirin tevî saleke fermana vekirina ofîsê hatiye dayîn jî lê hîn nehatiye vekirin. Jinan gotin ji ber nebûna ofîsê gelek jinên rastî şîdetê tên cihek nîne giliyê xwe lê tomar bikin.   Di nav 9 mehan de 35 jin hatin kuştin   Li gora daneyên Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinê ya Herêma Kurdistanê, di nava 9  mehan de 35 jin hatine kuştin û 57 jina jî xwe kuştine. 207 jin şewitîne anjî xwe şewitandine. Her wiha Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq li Hewlêrê di semînerek de eşkere kir ku di nava 9 salan de nêzî hezar jin hatine kuştin yanjî xwe kuştine.   Pirsgirêka 166 jinan hatiye çareserkirin   Li gora daneyên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Civakî ya Silêmaniyê, di nava 11 mehên îsal de 191 jina xwe spartine Stargeha Jinan a Silêmanî ku 45 zarok jî li gel wan de hebûn. Ji vana 166 jin pirsgirêkên wan hatine çareserkirin û vegeriyane malê, tenê 25 jin di stargehê de mane.   Jinan komek serbixwe ya Rastal ava kirin   Her wiha dinava van 16 rojan de li Silêmanî û Kerkûkê du jin hatin kuştin, jina li Silêmanî hatî kuştin endama asayîşê bû, jina li Kerkûkê jî temen 19 sal bû û bi şewatê jiyana xwe ji destda. Her wiha li Silêmaniyê ji aliyê aktivîstên jin ve bi armanca xizmetkrin ji bo pirsgirêkên jinan komek serbixwe ya bi navê Rastal hat ragihandin. Di nava van 16 rojan de runiştina doza Sêwan Qadir û her sê zarokên wê hat lidarxistin û di runiştinê de tenê îfadeya şahidên bûyerê û malbata Sêwan Qadir hate girtin.   'Ji şîdeta li hemberî netewa me re êdî bes e!'   Têkildarî çalakiyên 16 rojî yên li dijî şîdeta li ser jina Aktivîst û Endama Rêxistina Jiyan Ala Kemal, ji Rojnews’ê re axivî û got; “Herî zêde îsal jin beşdarî çalakiyan bûn. Sedemê wê jî çend tiştek bûn ku ji nişkanve derketin pêş bi taybetî jî rewşa Rojavayê Kurdistan, Rojhilatê Kurdistan û parçên din ên Kurdistanê bû. Ji ber vê rewşa heyî tevayî rêxistinên jinan bi hev re gotin, ‘ji şîdeta li ser netewa me re êdî bese.’ Jina dengê xwe bi cîhanê gehandin. Ji bo wê çalakiyên îsal ji qalibên salên derbasbûyî ku wek texlîdî bûn û dihatin dubarekirin, derket.”   'Ji bo rakirina astengiyan gav bên avêtin'   Her wiha Ala Kemal da zanîn ku jin û rêxistinên jinan gihane wê rastiyê ku ger ne bi hevrebin û ne yekdengbin wê nikaribin bondorê çêkin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dikarin bi hev re pêngavan ji bo siberoj û reforman bavêjin û astengiyan rakin.”