Jinek li bajarê Dêrikê hate qetîlkirin 2019-12-08 19:31:55   QAMIŞLO - Li bajarê Dêrikê jineke ji aliyê kurê apê xwe ve hate qetîlkirin.   Li bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê  jina bi navê Gulistan  ji aliyê kurê apê xwe ve hat qetîlkirin.    Kur apê Gulistanê ji aliyê Asayişa herêmê ve hatiye girtin, lêpirsîn didome. Têkîldarê mijarê Kongreya Star a bajarê Dêrîkê daxuyaniyek da.   Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star Wesfiya Mûrad ve hat dayîn, Wesfiya wiha got: "Gulistanê ji aliyê kur mamê xwe ve hat qetîlirin. Sedemê qetîlkirina wê hîn tê lêkolînkirin. Em tu caran tundiya li ser jinê qebûl nakin. Em ê xwediyê jinan derkevin û li ber xwe bidin."