Meclîsa Edaleta Jinê ya Kobanê daxuyanî da 2019-12-08 14:40:30   KOBANÊ - Meclîsa Edaleta Jinê ya Kobanê di çarçoveya hemleya 25'ê mijdarê de daxuyaniyek da.    Hemleya Kongreya Star a ji bo 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a navneteweyî, bi çalakiyên cur be cur li Kobanê bê navber didome. Di vê çarçoveyê de îro Meclisa Edaleta Jinê ya Kobanê di derbarê tundiya li ser jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin daxuyanî da. Daxuyanî li ber navenda Meclisa Edaleta Jinê ji aliyê Endama Meclisa Edaletê Emgîhan Bekir Hisên ve hat xwandin.    Daxuyanî wiha ye: "Bi dirûşma "Dagirkerî Tundî ye! Bi berxwedana Hevrînan em ê dagikerî û faşîzmê têk bibin" me dest bi hemleya xwe kir. Meşandina tundiyê ya li ser jinan yek ji rengên binpêkirina mafê mirovan e. Ji sedî  heftê jin di cîhanê de bi tundiyê rû bi rû ne û hemû rengên tundiyê li ser wan tê meşandin. Di sala 1960'î de  sê xwişkên Mîrabel ku li dijî Cumhuriyeta Domînikan serî hildan ji aliyê Cumhuriyetê ve hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina her sê xwişkên Mîrabel li ser banga rêxistinên mirovî ku dawî li tundiya li ser jinan bînin. 25'ê Mijdarê weke roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ya navneteweyî hat ragihandin.   'Îro jî em dibînin dîrok xwe dubare dike'   Dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wan hemû rengên tundiyê li ser jin û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didin meşandin. Ev çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû rêbazên ku çeteyên DAIŞ’ê di derheqê jin û zarokan de dikir, dubare dikin ev yek jî dide diyar kirin ku komên çete yên li Bakur û Rojhilaltê Sûriyê êrîşî destkeftiyên jinan dikin, çeteyên DAIŞ'ê bi xwe ne, tenê reng û navê xwe guhartin e. Komên çete yên girêdayî dewleta tirk me dît çawa siyasetmedar Hevrîn Xelef, Amara û Yadê Eqîde şehîd xistin û bi cenazeyên şehîdên jin lîstin. Ev rêbaz çeteyên DAIŞ’ê bi kar dianîn. Ne tenê ev bi dehan jinên  Serêkaniyê, Girê Spî,  Efrînê û Til Rifetê bi kuştin, tecewiz, revandin û qetilaman re rû bi rû ne. Li hember van êrîşan tevî ku gelê herêmê bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafê jin û zarokan dikin, bê deng in.   'Tundiya li ser jinê doza hemû cîhanê ye'   Her wiha jinên siyasetmedar li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di zindanan de rastî hemû rêbazên tundiyê tên. Dewleta tirk hemû pîvanan binpê dike. Ev dide diyarkirin ku tundiya li ser jinan ne tenê doza jinan e ji cîhanê tevahî tê xwestin ku çareseriyê deynin û bi taybetî jî rêxistinên mafê mirovan.   'Bi yek dengê li dijî êrîşên dewleta tirk derkevin'   Em bang li jinên cîhanê û rêxistinên mafê mirovan dikin ku bi yek dengî li dijî êrîşên dewleta tirk û hevakrên wê derkevin. Dewleta tirk dixwaze dengê jinê tune bike ji ber vê yekê pêwiste jinên cîhanê û rêxistinên jinên azad binpêkirinên di derheqê jinan û pêkhateyên Sûriyê de, tê kirin ji dadgeha navnetewî re bişînin û Erdogan bê darizandin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.