Li gundên Amedê biserdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin 2019-12-08 12:08:55   AMED - Li gundê Duger û Alngokoz ên Amedê bi ser malan de hat girtin û gelek kas hatin binçavkirin. Gund hatine dorpêçkirin û ketin û derketina gund hatiye astengkirin.    Li gundê Duger û Alangokoz ên Amedê serê sibehê jendermeyê bi ser malan de girt û gelek kas hatin binçavkirin. Gund hatine dorpêçkirin û ketin û derketina gund hatiye astengkirin.    Welatiyan lêdan xwarin û kûçikê malê qetil kirin   Bi ser mala Mahmut Birak ê li Kuçeya Pirinçlikê ya Kayapinarê de hat girtin. Paceyên mala ku kes lê tune bû ji aliyê jendermeyê ve hat şikandin. Kûçikê malê hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku çek li serê welatiyan hatiye kişandin. Her wiha Suleyman Bırak, Mahmut Bırak û Cafer Bırak lêdan xwarin.    Kesên ku hatine binçavkirin û navên wan diyar bûne wiha ne:Murat Çetin, Fırat Çetin,  Ahmet û Mahmut paşnavên wan nehat hînbûn, Îsmet û Hakan Yıldız, Îsmet Akar, Mehmet Akyuz, Nail Toprak, Abdullah û Îbrahim Çiftçi, Abdulkadir Eken û lawê wî, Abdulkadir Yagar.    Lêgerîn û dorpêçkirina gundan didomin.