Bi hatine zivistanê jiyana koçberan zehmetir dibe 2019-12-08 09:03:52   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jinên ku ji ber êrîşên dewleta tirk li dibistanên Til Temirê bi cih bûne zehmetî û daxwazên xwe tînin ziman. Jinan gotin:"Li pêş çavên cîhanê dewleta dagirker a tirk û çeteyên wê êrîşî me kirin. Me ji ser axa me da koçberkirin. Em niha li dibistanan bi cih bûne. Tevî hemû zehmetiyan em hewl didin ku li ser piyên xwe bisekinin."   Zêdetirî 350 hezar kes ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê ji Serêkaniyê û Girê Spî koç bûne û li dibistanan bi cih dibin û bi hatina demsala zivistanê re zehmetiyên wan zêde dibin. Jinên ku ji Serêkaniyê û Erîşayê koç bûne û li dibistanan bi cih bûne wiha gotin:"Em gelekî dixwazin bajarên me ji dagirkeran paqij bibe. Em ji ser axa xwe bi darê zorê hatin koçberkirin. Divê cîhan bêdeng nemîne."   'Tevî talaniyê em dixwazin li ber siya mala xwe bijîn'   Fatma Mehmûd El-Kurdî ya ji Gundê Erîşayê ye wiha dibêje: "Zêdetirî 50'î rojî ye em ji malê xwe ji ber êrîşên dewleta tirk koç bûne. Xwedê mal û pergala dewleta tirk û çeteyên wê hilweşîne. Çawa mala me hilweşandin û talan kirin, bila mala wan jî wiha talan bibe. Em dixwazin vegerin ser axa xwe û mala xwe."   'Zivistana borî bi wate bû, lê ya îsal pir giran e'   Fatmayê diyar kir ku zivistana îsal pir giran e û wiha pê de çû: "Zivistana borî tevî zehmetiyên ku me dijiya, lê pir bi wate bû, lê zivistana îsal pir giran e. Em di dibistanan de bicih dibin û gelek zehmetiyan dijîn. Niha zarokên me ji ber sermê û baranê nexweş dikevin, zarok tî û birçî dibin û sobe tune ye xwe li ber germ bikin. Ne derî û ne jî pencereyên dibistanan saxlem in û piraniya wan şikestîne ew jî ba û baranê derbasî hundir dikin. Em li nava erdan digerin û qirşan kom dikin tenê da ku zarokên xwe hinekî germ bikin."   'Zehmetiyên me bi hatina zivistanê re zêde dibin'   Sena Osman hevserê wê ku şervanê QSD'ê bû û di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest da û ew jî niha di dibistanên navçeya Til Temirê de bicih bûye wiha dibêje: "Koçberî ewqasî ne hêsan e ji ber wê zehmetiyên ku em dijîn pir mezin in. Ji ber ku êdî zivistan hat. Gazek tune ye ku em xwarina xwe li ser çêbikin, rêxistinên mirovî jî alîkariyê pêşkêş nake."   'Gelê xwediyê vê axê koç kirin û malbatên çeteyên xwe lê bicih dikin'   Senayê bal kişand ser malbatên ku ji aliyê dewleta tirk ve li Serêkaniyê bicih tên kirin û wiha got: "Dewleta tirk dest bi guhertina demografiya Serêkaniyê kiriye, li gorî agahiyên ku ji min re tên malbatên ku ne şêniyên herêmê ne girêdayî çeteyan in li taxa me dide bicihkirin. Dewleta tirk û çeteyên wê gotine ku yên venegere malê xwe em ê desteser bikin û niha mala min desterser kirine. Gelê herêmê yê koç dikin malbatên çeteyan li wir bicih dikin. Em guhertina demografiya herêma xwe qebûl nakin û pêwîst e ev dagirkerî raweste. Em gelekî dixwazin bajarên me ji dagirkeran paqij bibe. Em ji ser axa xwe bi darê zorê hatin koçberkirin. Divê cîhan bêdeng nemîne."