Dayikên Şemiyê daxwaza edaletê kirin 2019-12-07 14:37:11   STENBOL - Di hefteya 767'an de Dayikên Şemiyê li hev civiyan û aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê 26 sal berê li Siwêregê hatibû windakirin pirsîn û banga cezakirina kujer û sûcdaran kirin.    Dayikên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin û faîl werin darizandin çalakiya xwe di hefteya 767’an de dewam kirin. Dayikan xwest li Meydana Galatasarayê çalakî li dar bixin lê polîsan wek her hefteyê dîsa destûr neda. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Gelek siyasetmedar û nûnerên saziyan beşdarî çalakiyê bûn.    Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê di 6’ê Kanûna sala 1993’an li navçeya Siwêrega Rihayê di binçavan de hat windakirin pirsîn. Daxuyaniya vê hefteyê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî xwend. Gulseren behsa binpêkirina mafên mirovan kir û got: “Mafê me yê destûra bingehîn tune tê hesibandin. Êdî bes e, ji bo em bigihîjin windayên xwe û edaletê em dewleta hiqûqê dixwazin.”    Aqûbeta Huseyîn Taşkaya hat pirsîn   Gulseren, çîroka windakirina Huseyîn Taşkaya yê 26 sal berê li Siwêregê hat windakirin parve kir û li aqûbeta wî pirsî. Gulseren, da zanîn ku tevî hemû lêgerîn û hewldanên malbatê jî Huseyîn nehat dîtin û dema malbat li Siwêregê ji emniyet û cendirmeyan Huseyîn dipirsî rayedaran ji wan re gotiye biçin ji sercerdevan ê parlamenterê DYP’ê Sedat Bucak bipirsin. Gulseren, xwest ku aqûbeta Huseyîn were eşkere kirin û kujer bên cezakirin.     Piştî daxuyaniyê, keça Huseyîn, Serpîl Taşkaya diyar kir ku 26 sal in ew di nava vê têkoşînê de cih digirin û got: “Em ê vê têkoşîna xwe dewam bikin. Bavê min û însanên din ji aliyê hêzên bêwesf û bêwîjdan ve hatin qetilkirin û windakirin.”    'Bi sedan şahîd hene lê...'   Kurê Huseyîn, Şerîf Taşkaya jî anî ziman ku bavê wî li cihek ku bi sedan şahid hene hatiye binçavkirin û wiha got: “Me li Rihayê tu tiştek bi dest nexist. Me di sala 1995’an de li Meydana Galatasarayê dest bi lêgerîna windahiyên xwe kir. Mehmet Agar û Tansû Çîler qatilên windayên me ne. Bûye ku êdî em li wê serdemê digerin. Windayên me awêneya pergalê ne. Her çiqas nexwazin vê awêneyê bibînin jî lê em li vir in. Duh salvegera qetilkirina bavê min bû. Me bavê min di salvegera 26’emîn de bibîr neanî. Çimkî em vê mirinê qebûl nakin.