'Em ê têkoşîna pakrêwanan di dil û mêjî de zindî bikin' 2019-12-07 14:31:55   QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Dêrikê 6 têkoşerên azadiyê bi merasîmek girseyî oxir kirin.   Şêniyên bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê 6 têkoşerên azadiyê yên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmek girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrikî oxir kirin.   Navên tekoşerên azadiyê yên di berxwedana rûmetê de ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Mahir Avaşîn, Delîl Çinar, Rûbar Welat, Agir Agirî, Artêş Argeş û Rizgar Dêrik.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso sersaxî ji hemû malbatên berxwedêran re xwest û got:  "Tekoşîna ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye meşandin tekoşîneke bê hempa ye. Sîstema ku hatiye avakirin sîstema demokrasiyê ye, ji bo vê yekê keç û xortên me jiyana xwe feda kirin. Em ê têkoşîna pakrêwanan di dil û mêjî de zindî bikin."    Herî dawî nasnameya têkoşerên azadiyê hatin xwendin. Bi tîlîlî û dirûşma "Şehîd namirin" spartin axê.