HDP li Şirnexê berî kongreyê kom bû 2019-12-07 12:42:11   ŞIRNEX - HDP beriya kongreyên Şirnex û navçeyên wê ji bo xebata ji nû ve yên sazkirina heremê li Şirnexê kom bû.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca beriya kongreyên Şirnex û navçeyên wê yên ji bo xebatên ji nû ve sazkirina heremê li Cizîrê kom bûn. Hevşaredarê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk(DTK) Berdan Ozturk, Hevşaredarê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Keskîn Bayindir, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayyîp Temel, rêvebirên HDP-DBP’ê yên naved û navçeyê û gelek welatî tevlî civînê bûn.   Di civînê de nirxandinên Yekîtiya Neteweyî, rewşa HDP’ê ya li heremê, di derbarê kongreyên ku bên kirin, li dijî tayînkirina qeyûman helwesta HDP’ê hatin nîqaşkirin.   Piştî Hevşaredarên Giştî nirxandinên ku kirin ji kesên tevlî civînê bûne nêrîn û pêşniyar girt.