Qeyûm tayînî şaredariyên Awîskê, Bêgirî, Elbak, Qelqeliyê kirin 2019-12-07 10:31:52   WAN / ÊLIH - Qeyûm tayînî şaredariyên Bêgirî, Elbak, Qelqelî û bajaroka Awîskê kirin.    Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî îro qeyûm tayînê Şaredariya Bêgirî, Elbak û Qelqeliya Wanê û her wiha bajaroka Awîskê ya girêdayî navçeya Qîbîna Êlihê kirin. Her wiha duh polîsan, li Wanê bi ser mala hevşaredarên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan, hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç û Dîlan Orencî û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar de girt û wan binçav kiribûn.    Qeymeqam wek qeyûm hat tayînkirin    Serê sibehê leşkeran bi ser avahiya Şaredariya Bajarokê Awîskê ya girêdayî navçeya Qûbîna Êlihê ve girtin. Leşker şaredariyê dorpêç kir û hat zanîn ku li avahiyê lêgerîn pêk anîne. Dorpêça polîsan didome. Her wiha li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî bi îdiaya Hevşaredar Osman Karabulut ji “Endamtiya Rêxistinê” tê darizandin ji wezîfeyê hat dûrxistin û Qeymeqamê Navçeya Qûbînê Sînan Aşci wek qeyûm hat tayînkirin.    Li Bêgirî, Elbak û Qelqeliyê qeyûm    Derbarê hevşaredarên Bêgirî, Qelqelî û Elbaka Wanê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibûn binçavkirin de ji bo 24 saetan biryara sînordarkirina parêzeran hatibû dayîn. Îro jî bi biryara Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînê şaredariya Bêgirî, Elbak û Qelqeliyê hat kirin. Şûna hevşaredarên Qelqeliyê Qeymeqamê Qelqeliyê Abdulkadîr Çelîk, li şûna hevşaredarên Elbakê Qeymeqamê Elbakê Asik Solak û li şûna hevşaredarên Bêgirê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan de jî qeymeqamê Bêgirê Erkan Savar wek qeyûm hat tayînkirin.