Dahata pirtûkên Hena Dawûd ew ê ji zarokên Sêrêkaniyê re bê şandin 2019-12-07 10:03:29   QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava yê Kurdistanê roja îmzekirina pirtûka Hena Dawûd hat lidarxistin.   Bi pêşengtiya Yekîtiya Rewşebirên Rojavayê Kurdistanê, roja îmzekirina pirtûkê ya Helbestvan û Nivîskara Kurd Hena Dawud a pirtûka bi navê 'Çil binkeftin û ez' (Erbûne Hezîma we ena) li taxa Kornîş ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso, stranbêj Mîzgîn Tahir, Meclîsa Jinên Sûrî, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê û Komeleya Jinên Rewşenbîr beşdarê şahiya îmzayê bûn.    Roja îmzekirina pirtûkê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê helbestvanê kurd Ehmed Huseynî bi xêr hatina hemû mêvanên amade kir û wiha got: "Em bi şahiyan pirtûkên ku dinivîsînin pêşkêşê civakê dikin. Em  bi rêya helbestan behsa êş, birîn, hesret, berxwedan û têkoşîna xwe tînin ziman. Tiştek pêşiya nivîsên me bibin astek tune ye. Em ê bi rengekî hîn xurtir nivîsa xwe berdewam bikin."   Nivîskar û helbestvana kurd Hena Dawûd jî ji bo pirtûka xwe wiha got: "Projeya min ew bû ku hestên nû bighînim cîvakê û herkes pirtûkê min bixwîne. Em wek helbestvan û nivîskar, bi rêya helbest û nivîsan di dilê gel de cihê xwe digirin. Dema em pirtûkek dinivîsînin û pêşkêş dikin em wê pirtûkê wek zarokek nû ji dayik bûye mêze dikin û kelecanek mezin pêşkeşî herkesî dikin."   Paşê nivîskar û helbestvan Hena Dawud naveroka pirtûka xwe ya bi navê 'Çil binkeftin û ez' ji kesên amade re şîrove kir.   Hêjayî gotinê ye ku dahata pirtûkan ew ê ji zarokên Sêrêkaniyê re bê şandin.