Cuha dîrokî Şamran a terikî qedera wê kirine di nav qirêjê de ye 2019-12-07 09:04:36   Zeynep Durgut    WAN - Cuha dîrokî Şamran û her cûre gelaş lê hatiye valakirin di nav qirêjiyê de wenda bûye. Welatiyên taxê ji vê yekê nerazî ne û bang li rayedaran kirin ku cuha dîrokî bê parastin û paqijkirin.    Cuha dîrokî ya Şamran a ku di dema Urartuyan ji aliyê şahê Urartuyan Menua ve  ji bo ku  ji navçeya Payîzavayê re av bê anîn 3 hezar sal berê hatiye çêkirin û dirêjiya wê 51 km hêja hebûna xwe diparêze. Cuh di heman demê de di nav mirateyên dîrokî yên Urartuyan ên herî girîng de cih digire. Lê cuh niha di nava gelaşê de winda bûye û bi tu awayî nayê parastin û paqijkirin. Mirov dikare di vê cuha avê ya ku ji bo avdanê hatiye çêkirin de her tiştekî bibîne. Cuha ku li taxa  girêdayî navçeya Artemetê ya Şabaniyê ye şêniyên taxê li dijî nepaqijikirin û neparastina wê bi bertekin.    ‘Heta niha gelek zarok ketine cûhê’   Ji welatiyên taxê Zeynep Urar diyar kir ku nepaqijkirina cuhê  zirarê dide derdorê û got ku ji bo parastina cuha dîrokî pêwîstî bi tedbîran heye û wiha axivî;” Ez bi salane li vê taxê rudinêm cara yêkem e ku ez vê cuhê evqas nepaqij dibînim. Dema demsala havînan de ava cuhê pir paqij diherike. Lê di demsala zivistanê ji ber ku nayê parastin herkes xwelî û komira xwe berdidiyê gelek qirêj dibe. Hem mirovên derdorê û hem ji rayedar li hemberî cuhê pir bêhestiyar tevdigerin. Ji ber vê bêhestiyariyê herkes qirêjiya xwe û gelaşa xwe li vê cuhê vala dike. Ji ber vê bêhnê zarokên me nexweş dikevin û ji aliyê neyinî  ve em pir zêde pê bi bandor dibîn. Ev cuheke dîrokî ye û 3 hezar salin tevî hemû nebesiyan hebûna xwe parastiye. Lê mixabin kes xwedî lê dernakeve. Heta niha gelek zarok  bi duçerxeyê ketine cuhê.  Her sal 6-7 zarok dikevin cuhê. Tu ewlehiya wê tune ye. Daxwaza me  ji rayedaran ew e ku cuha dîrokî biparêzin û paqij bihêlin. Cuh ji ber ku dîrokî ye bila ser wê negirin.”   ‘Ji bo paqijiya cuhê em bang li rayedaran dikin’   Husna Gultepe jî bertek nîşanî nepaqijkirina cuhê da û got ku pêwîste herkes li hemberî cuhê bi hêstiyar tevbigere û wiha dom kir;” Ev cuh ji me re mîras e. Divê herkes bi vê zanebûnê tevbigere û wisa nêz bibe. Lê mixabin paqij nayê hiştin. Cuh bi gelaşê hatiye tijîkirin. Divê em xwedî  li vê cuhê derkevîn û kesên ku qirêjiyê diavêjin jî divê em wan hişyar bikin. Herkes ji nepaqijkirina cuhê bi gazinc e, lê herkes jî gelaşa xwe diavêjiyê. Divê em wisa nêz nebibîn. Ev nêzîkatiyeke şaş e. Em bang li rayedaran dikin ku cuhê paqij bikin û derdora wê bigirin ku bê parastin.”