ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-07 09:00:00   *Koçberî cîhaneke pir mezin e tijî êş û azar in, gelê me yê Rojava di nava vê cîhanê de dijîn ku di her kêliya jiyana xwe de têkoşîna jiyanê didin û dixwazin ku ji vê cîhanê bar bikin û vegerin hembêza welatê xwe yê ku bi rihetî dikarin tê de razên, bilîzin, bixebitin û jiyanê xweş û geş bikin. Tu gotin nikare êşa koçberiyê rave bike dikare hîs bike, lê di vegotina wê de dest û ling tên zincîrkirin, ji çavên bi hêvî rondik tên barandin, ziman lal û pûç dibe, sîmayên rûyê mirovan diçilmisin û mirov bê hêz dibe ji nişkêve, êşa koçberiyê ne hêsan e, mirov bi tî û birçîbûn, tazîbûn û pêxwasbûnê re ya girîng bê war dimîne û pê re rû bi rû dimînin. JI PÊNÛSA JINAN   *Cuha dîrokî Şamran û her cûre gelaş lê hatiye valakirin di nav qirêjiyê de wenda bûye. Welatiyên taxê ji vê yekê nerazî ne û bang li rayedaran kirin ku cuha dîrokî bê parastin û paqijkirin. BI DÎMEN   *Seroka Komeleya Jinan Rosa, Adalet Kaya der barê êrîşên li hember destkeftiyên jinan axivî û got: “Divê hemû jin bi hev re bi eniyek hevpar li dijî êrîşan têkoşînê bidin. Di rewşa ku ev pêk bê de êrîş jî wê bên çewisandin.” BI DÎMEN   *Zana Şîmşem ku li Atolyeya Makara alavên veguhestinê, vediguhere hunerê wiha got: “Ji hebûna mirovahiyê heta niha têkiliya jinan bi hilberînê re heye. Mirov wê bibînin ku bi hilberînê zêdetir kêfxweş in.” BI DÎMEN   *Ji roja qeyûm tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûye heta niha walîtiyê ji bo bername û çalakiya qedexe daniye.  Hevseroka DBP’ê ya Mêrdînê Hasîbe Mengîr Kaon diyar kir ku qedexe ji xebatên wan re nabe asteng û wê li her qadê bin. BI DÎMEN   *Selda Kaya ku di temenê biçûk de hat zewicandin û rastî şîdeta sîstematîk hat, bi helbestên xwe jiyana wê zindî bû û têkoşîna xwe meşand. Seldayê diyar kir ku ew wek helbestkarek jin ji gotinên xwe tawîz nade û got wan bi têra xwe zextên dewlet, mêr, bira û hevjîn jiyane. BI DÎMEN    *Siyasetmedarên HDP’ê binçavkirina hevşaredarên Begirî, Elbaq û Qelqeliyê yên HDP’ê û tayînkirina qeyûman nirxandin û gotin: "Bi talîmata desthilatdariyê, hevşaredarên me hatin binçavkirin û delîlên çêker hewl didin sûc bibînin. Bi vê helwestê AKP hewl dide pêşî li dawîbûna xwe bigire." BI DÎMEN