Jinên Parêzer destdirêjiya li dijî hempîşeyên xwe şermezar kirin 2019-12-06 14:31:28   ÊLIH - Parêzerên jin ên Baroya Êlihê, bi boneya parêzerek jin a baroyê rastî tacîzê hatiye daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman. Parêzeran destnîşan kirin ku dê li dijî tacîzê bêdeng nemînin.    Parêzerên Baroya Êlihê bi armanca tacîzê li dijî parêzerek jin pêk hatiye şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzerên jin ên Baroya Êlihê, li avahiya Baroyê kom bûn û daxuyanî dan. Li ser navê jinên parêzer Prz. Dorşin Şikgenç daxuyanî da. Dorşîn Şikgenç anî ziman ku bi armanca hişmendiya mêrî şermezar bikin kom bûne û wiha got: "Parêzerekî girêdayî baroya me, wêneyê jinek parêzer a etekê kin li xwe kiriye kişandiye û li ser koma ragihandinê parve kiriye. Em wekrî parêzerên jin li hemberî vê bûyerê bêdeng namînin. Em bang li hemû hempîşeyên jin û mêr ên baroya me dikin ku li dijî vê hişmendiyê têbikoşin. Em wekî jinên parêzer dê li dijî tacîz û tecawizê tekoşîna xwe berdewam bikin."