'Gelek pirsgirêk ji ber cudahiya zayendî rû dide' 2019-12-06 13:35:08   Evîn Galaleyî   SILÊMANÎ - Konferansa salane ya Navenda Lêkolînên Zayendî hat lidarxistin. Di konferansê de hat ragihandin ku ji bo civakek azad û serbixwe divê cudatiya zayendê ji holê rabe û wiha hat gotin:"Gelek pirsgirêk ji ber cudahiya zayendî rû dide. Ji bo ev cudahî ji holê rabe divê em cudatiyê nexin nava jin û mêran."   Konferansa salane ya Navenda Lêkolînên Zayendî hat lidarxistin. Di konferansê de hat diyarkirin ku alavên tundiyê yên li dijî jinê tê bikaranîn zêde bûye û ji bo tundî ji holê rabe yek sedemên girîng jê ew e ku zayendperestî ji holê bê rakirin. Her wiha hat ragihandin ku divê mijara wekheviya zayendê di perwerdeyê de bê dayin.