Jinên Efrînê: Tu kes nikare nasnameya me tune bike 2019-12-06 13:16:18   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku tevlî meresîma sersaxiya şehîdên komkujiya Til Rifetê bûne axivîn û gotin: "Em ê kezeba Erdogan wek kezeba dayikên kurdan bişewitînin, em ê tu carî xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin û tola wan hildin."   Bi dehan ji şêniyên Efrînê berê xwe dan bajarê Til Rifetê ji bo ku sersaxiya malbetên şehîdên komkujiya Til Rifetê bikin, di derbarê vê mijarê di jinên Efrînê nêrînên xwe parve kirin.   'Em ê xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin’   Rêveberiya Kongreya Star a kampa Berxwedan Zozan Silêman axivî û got: "Me 10 şehîdên xwe yên komkujiya Til Rifetê bi ser bilindî oxir kirin. Erdogan êrîşî zarokan kir ji bo ku pêşeroja me tune bike, lê tu carî ev xeyalên wî pêk nayê. Em gelê Efrînê li Şehbayê bi berxwedana xwe li dijî êrîşên dewleta tirk bisekinin û xwîna zarokên xwe li erdê nahêlin."   'Tu kes nikare nasnameya me tune bike'   Emîne Osman komkujiya Til Rifetê bi tundî şermezar kir û wiha pê de çû: "Em komkujiya ku zarokên me hedef digire bi tundî şermezar dikin. Em kurd hatin cîhanê, em ê kurd jî ji vê cîhanê biçin, tu kes nikare nasnameya me tune bike. Zarok şer nakin, heta ku zarokan qetil bikin. Em sersaxî ji malbetên şehîdan re dixwazin."   'Zarokên bêsûc tên qetilkirin'   Emîne Silêman jî wiha got: "Erdogan kezeba dayikan dişewtîne, zarokên bê sûc qetil dike û li ser xwîna wan bazaran dikin, ka mafê zarokan li ku derê ye? Em tu carî li hember êrîşên wî lawaz nabin û ne jî teslîm dibin. Em ê kezeba Erdogan wek kezaba dayikên kurdan bişewîtînin."