Midûrê dibistanê heqaret li xwendekaran kir 2019-12-06 12:55:42   SÊRT - Derbarê Midûrê Lîseya Anadolû ya Misirçê F.K. ê ku mudaxileyî dirêjahiya etek û şalên xwendekaran kir de lêpirsîn hat vekirin. Qeydê dengê Midûrê Lîseyê F.K. yê ku dema mudaxileya xwendekaran dike li ser medya civakî belav bibû.    Li navçeya Misirçê ya Sêrtê, hatibû îdîakirin ku Midûrê Lîseya Anadolû ya Misirçê F.K. mudaxileyî dirêjahiya etek û şalen xwendekarên keç kirin û ew tacîz kirine. Xwendekarên ku her tim rastî van pêkanînan tên, qeydên deng ên nîqaşên xwe û midûrê dibistanê girtin. Malbatên xwendekaran dûre ev qeyda dengê ya ji 13 deqeyan pêk tê, ji Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş re şandin. Meral jî, qesmekê vê qeyda dengê li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir.    Di qeyda deng a hat weşandin de, midûrê dibistanê tim heqaretan li xwendekaran dike û xwendekar jî li dijî midûrê dibistanê bertekên xwe nîşan didin û heqaretên wî qebûl nakin. Di qeydê de midûrê dibistanê F.K. wiha ji xwendekaran re dibêje: “Ne hedê teyê, tu wisan bi axivî, bêedeb. Dengê xwe bibire. Tu li hemberî hemû mamoste û xwendekaran bêedebiyê dikî. Ev der, ne cihê xwepêşandana we ye, bêedeb.”  Xwendekara keç jî bertek nîşanî van gotinên midûr dide û wiha dibêje: “Em xwendekaran, ne kole ne.”     Walîtiya Sêrtê, piştî parvekirina Beştaş, ragihand ku derbarê midûrê dibistanê F.K. de lêpirsîna îdarî hatiye vekirin.