'Em bangî gelê kurd dikin da ku li dijî zext û zilmê hêzên xwe bike yek' 2019-12-06 12:43:21   AMED - Nûnerên Partiyên Kurd bi navê "Xebata Tifaqa Kurdistanî" civînek li dar xistin û biryar dan ku di çileyê de komxebatekê pêk bînin. Her wiha deklerasyon hat parvekirin. Di deklerasyonê de wiha hat gotin:"Em bang dikin ku Gelê Kurd li dijî zext û zilmê hêza xwe bikin yek."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hereketa Azadî, Partiya Azadî, Partiya Demokratîk a Herêman Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat (DDKD), Kongreya Civaka Demokratîk  (KCD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA),  Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur),  Partî Demokrata Kurdistana Tirkîye (PDK-T), ji bo yekîtiya neteweyî di 05'ê Kanûna 2019'an de civînek pêk anîn. Di encama civînê de daxuyanî hata dayin û hinek biryar hatin girtin. Tirkiya deklerasyonê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, Kurdiya wê jî ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Mehmet Kamaç xwend.   'Siyasetmedarên kurd, bi awayekî keyfî her roj tên binçavkirin û girtin'   Di berdewamiya deklerasyonê de wiha hat gotin:"Desthilatiya AKP-MHPê hemû zagonên xwe û yên navneteweyî binpê dike û li şûna hevşaredarên me û endamên meclisê yên ku bi dengê gelê me hatine hilbijartin, qeyûman tayîn dike. Bi vî awayî derbeyê li demokrasiya herêmî dixe û îradeya gelê me desteser dike. AKP-MHP bi awayekî aşkere îradeya gelê me nas nake. Siyasetmedarên kurd, bi awayekî keyfî her roj tên binçavkirin û girtin. Êrişên li ser wan her ku diçe zêdetir dibin; her sibe bi ser malên siyasetmedaran de tên girtin. Desthilatî bi awayekî fîîlî mafê zagonî û rewa yê siyaseta demokratîk li kurdan qedexe dike û îradeya gelê me ji holê radike.    'Li dijî êrişên li ser kurdan, xizanî û têkçûna aboriyê, em tifaqa xwe xurt bikin'    Tiştên li vir û li derveyî sînor rû didin, her ku diçe hêrs û kîna gelê me û siyasetmedarên kurd zêdetir dike û di serî de di warê avakirina tifaqa neteweyî de û li ser esasên rewa-zagonî, hevgirtineke bi hêz li ser me hemûyan ferz dike. Geşedanên li parçeyên Kurdistanê nîşan dide ku gelê Kurdistanê îro zêdetir ketiye rojeva gelên cîhanê û bala raya giştî ya navneteweyî dikişîne. Eger em yekrêzî û hevgirtina xwe pêk bînin û hêzên xwe bikin yek, têkoşîna me ya demokratîk, aştiyane û siyasî jî dê ji aliyê hêzên navneteweyî ve zêdetir bê qebûlkirin û piştgirîkirin. Ji bo ku ev demên dijwar bi awayekî serkeftî encam bide, gelê me dixwaze ku, li dijî êrişên li ser kurdan, xizanî û têkçûna aboriyê, em tifaqa xwe xurt bikin.     'Em vê meşê bi hev re bigihînin qonaxa serfiraziyê'   Em wek Xebata Tifaqa Kurdistanî guh didin bang û daxwaza gelê xwe û ji bo parastina destkeftiyên xwe, em jî bangî hemû rewşenbîr, rûspî û rêxistinên civaka sivîl dikin da ku werin tevlî vê xîret û hewldana me bibin û bi fikr û ramanên xwe, bi rexne û pêşniyazên xwe hêz û piştgiriyê bidin vê meşa me ya dîrokî. Em vê meşê bi hev re bigihînin qonaxa serfiraziyê û tifaqeke neteweyî ya mayînde bi hev re ava bikin."    Di civînê de ev biryar hatin girtin:   *Avakirina tifaqa neteweyî li Bakurê Kurdistanê   *Ji bo avakirina tifaqeke mayînde, em ê çalakiyên xwe bi navê “Xebata Tifaqa Kurdistanî” bidomînin   *Di 18-19ê Rêbendanê de, ji bo diyarkirina bingeh, çarçove, pêkhate û rê û rêbaza avakirina tifaqa neteweyî, dê komxebateke du rojan bê lidarxistin   *Amadekariya komxebatê dê ji aliyê komîsyoneke ji 5 kesan pêk tê bê organîzekirin   *Deriyê me ji hemû partî û tevgerên Kurdistanî yên ku di destpêka van xebatên avakirina tifaqa neteweyî de cih negirtine re vekiriye ku ew jî werin di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih bigirin.