Jina ji Efrînê hat revandin mirî hat dîtin 2019-12-06 11:44:50   EFRÎN - Li nêzî gundê Qestel Cîndo yê navçeya Şara ya Efrînê jina bi navê Zelxan Hesen qetilkirî hate dîtin.   Li nêzî gundê Qestel Cîndo yê navçeya Şara ya Efrînê jina bi navê Zelxan Hesen qetilkirî hate dîtin. Zelxa ya ku hat zanîn ji gundê Dêreswanê ye hat diyarkirin ku berî bi mehekê ji gundê Ezezê hatiye revandin.    Piştî 18'ê Adara 2018'an virde  ji herêma Efrînê ku di bin serweriya dewleta tirk û komên girêdayî wê de bi sedan kes hatine revandin. Ji kesên ku hatine revandin hinek ji wan piştî fîdyeyê hatine berdan û hinek ji wan jî hatine qetilkirin.