Zarokên penaber rastî her cureyê îstîsmarê tên 2019-12-06 09:18:19     Dîlan Babat   ENQERE - Demgul Athan diyar kir ku penaberên li Tirkiyeyê nikarin xwe bigihînin mafên xwe û sûcên li dijî zarokên penaber jî her diçin zêde dibin. Demgul Athan got: “Hikûmet penaberan li hember Ewropayê wek tehdîd bikar tîne, her tim dibêj em ê wan şûnde bişînin, ev jî nîşaneya polîtîkaya xwegîhandin mafên penaberan e.   Demgul Athan ku li ser penaberan xebatan dimeşîne, diyar kir ku yek ji pisgirêkên herî girîng statuye û got kesên neçarî koçberiyê hatine kirin ne wek ‘penaber’ wek ‘kesên ji bo demekê di bin parastinê de ne’ derbasî qeydan bûne û wiha got: “Ji ber maf û ferzkirinên ku statuya penabertiyê tîne, ji bo kesên penaber statu nayê dayîn. Tirkiyeyê Peymana Cenevreyê ya 1951’an de hatiye qebûlkirin û wek Peymana Der Barê Statuya Mafên Penaberan a NY’ê tê zanîn, ji aliyê Tirkiyeyê ve di 1951’ê de hatiye îmzekirin û di 1961’ê de ketiye meriyetê. Lê peyman bi hinek naqokiyan îmze kiriye. Hinceta vê jî eve ku, ji ber Tirkiye wek riyên derbasbûnê ya diçe Ewropayê tê dîtin, Tirkiye statuyê nade penaberan.”   ‘Dixwazin li bajaran bijîn’   Demgulê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li gorî qeydên fermî, hejmara penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê qeydkirî 3 mîlyon 682 hezar û 434 e û ji van 1 mîlyonek û 728 hezar û 202 heb jî di navbera temenê 0-18’yî de ne. Demgulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîsa li gorî heman qeydên fermîji sedî 98’ê penaberan li bajaran dijîn. Hejmar kesên li kampan dijîn jî 62 hezar û 492 kes e. Em dikarin bêjin ku ji ber şert û mercên qels û nebaş, penaber jiyana li bajaran tercîh dikin. Mixabin li Tirkiyeyê penaber nikarin xwe bigihînin mafên xwe yên herî sreke yên wekê xwedîbûn, starbûn, tenduristiyê.”   Demgulê her wiha balkişand ser pêkanînên wekê newekhevî, tehdîd û cudadîtinê ya li hember penaberan û got ev nêzîkatiyên dewlet û civakê ya li hember penaberan mixabin şîdeteke cuda diafirîne.   ‘Sûcên li hember zarokên penaber her diçin zêde dibin’   Demgulê got li Tirkiyeyê sûcên li hember zarokan zêde bûye û di heman demê de ev ji bo zarokên penaber jî derbasdare û got: “Zarokên penaber yên divê li dibistanan bin, li kolanan an jî cihên ne baş tên xebitandin. Ji her cureyê îstîsmar û binpêkirinê re vekirî tên xebitandin. Mixabin mekanîznmayeke ku pêşî li vê bigire tune. Dema mirov daneyên fermî lêkolîn dikin, bûyerên îstîsmarê yên li hember zarokên penaber di navbera 2014-2017’an de ji sedî 736 zêde bûye. Di 2014’an de hejmabara bûyerên îstîsmara zarokan wek 170 derbasî qeydan bûye û di 2017’an de jî ev derketiye hezar û 421 bûyerî. Divê dewlet sererastkirinên hiqûqî yê li dijî zewaca zarokan û hemû kesên di navbera 0-18’an de zarokin, pêk bîne. Divê derwlet di vê mijara şîdet û îstîsmara li hember zarokan de polîtîkayên ku pêşî lê digire derxe.”