Ji dadgehê ji bo girtina cenazeyan astengiya burokratîk 2019-12-06 09:11:05   MÊRDÎN - Li Nisêbînê di navbera 2015-2016’an de ji ber pevçûnên hatibûn jiyîn gelek kesî jiyana xwe ji dest dabû û hîna jî cezaneyê bi dehan kesî li goristana bêkesan e. Parêzeran wiha gotin: “Dadgehê got ‘dayîna ruhsata definkirinê û berdewamiya wê ne karê min e’ û nexwest lêpirsînkirina navê van kesan berdewam bike. Li pêş malbatên ku cenazeyên xwe teşîs kirine jî astengiya burokratîk ava kirine.”   Li Nisêbîn a Mêrdînê di pevçûnên navbera 2015-2016’an hat jiyîn de 83 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan cenaze hîna li goristana bêkesan e. Tevî malbatan mînakên xwîn û DNA’yê dane jî, cenaze hîna li goristanên bêkesan ên Riha, Dîlok, Meletî û Mêrdînê ne. Malbatên ku cenazeyên wan li bajarên din in , ji ber qedexeya Qeymeqamtiya Nisêbînê, nikare cezayên xwe bînin navçeyê defin bikin.   Dosya navberê de diçe û tê   Cenazeyên du sal berê testa wan a DNA’yê hat kirin, bi mehan navbera dozgeriya Nisêbîn û Mêrdînê de çûbûn û hatibûn. Tevî daxwazanemeya malbatan, dosyayên cenazeyên ku teşîsa wan a DNA’yê hatiye kirin, bi îdiaya ‘navnîşanên malbatan winda bûye’ dozgeriyê neda. Malbatên hatin Mêrdînê bersiva ‘dosya li Nisêbînê ne’ gotin û çûn navçeyê. Li navçeyê jî rastî bersiva ‘li Mêrdînê ne’ hatin. Malbatan vekaleta xwe dan parêzeran û parêzeran jî diyar kir ku hîna tu pêşketin tune ye. Hat hînbûn ku heta îro tenê 8 cenazeyên li bajarên din radestê malbatan hatine kirin.    Astengiya burokratîk   Parêzeran wiha gotin: “Dadgehê got ‘dayîna ruhsata definkirinê û berdewamkirina wê ne karê min e’ û nexwest lêpirsînkirina navê van kesan berdewam bike. Li pêş malbatên ku cenazeyên xwe teşîs kirine jî astengiya burokratîk ava kirine.”    Ligel cenazeyên li bajarên din, li goristana Bêkesan a Kamor a navçeya Artuklu ya Mêrdînê jî bi dehan cenazeyên hatine definkirin hene. Cenaze 4 sal in radestê malbatan nehatiye kirin û tê texmînkirin ev cenaze ne tenê cenazeyên ji pevçûna Nisêbînê derketine, cenazeyên HPG’iyên di du salên dawî de şehîd ketine. Bi îdiaya ‘testa DNA’yê temam nebûye’ cenazeyan nadin malbatan.   Malbat nikarin cenazeyan bigirin   Piştî du salan testên DNA’yê yên pismamê hev Mehmet Şîrîn Akyuz û Îbrahîm Akyuz pê girtin û tevî vê hîna li goristana bêkesan a Rihayê tên girtin. Her du ciwan di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatan mînaka xwînê dabû û di 2017’an de hat teşhîskirin.Tevî vê rastî astengiya qeymeqamê navçeyê ya weke ‘hûn nikarin li goristana Hececa defin bikin’ hatin.