Jinên Zirganê: Kes nikare Gelê Kurd tune bike 2019-12-06 09:03:51   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Jinên navçeya Zirganê êrîşên dewleta tirk ên ser Rojava şeremzar kirin û gotin:"Ew hatine me qir bikin, lê em qir nabin tovê me li her derê şîn tê. Em ê serî netewînin."   Piştî ku dewleta tirk êrîşî Rojava kir bi hezaran kes koçber bûn. Pêdiviyên jiyanî kêm bûn lê tevî wê jî şêniyên navçeya Zirganê vegeriyan û tevî metirsiyan jî jiyana xwe berdewam dikin. Îro em li navçeya Zirganê geriyan û me rewşa jinan û tevgera şêniyên li Zirganê şopand.    'QSD zarokên me ne, em hemî QSD ne'    Meryem Mihemed dibêje ku ji ber êrîşên dewleta tirk ew 30 rojî ji navçeyê  derket û niha vegeriyaye. Derbarê vegera xwe de vê yekê dibêje: "Berî ku dewleta tirk êrîş bike jiyana me xweş bû, li vir maf û wekheviya di navbera gelan de temam bû û kesî tu netew di ser netewê din re nedidît. Ereb bi erebiya xwe, kurd û aşûrî bi aşûriya xwe diaxivîn û bi zimanê xwe dixwendin. Ev jiyan û hezkirina di navbera me û netewê din de li gorî berjewendiyên Erdogan nehat lewma êrîş kir. Em parçe nabin yek in û li hember dagirkeriyê em ê li ber xwe bidin.  QSD zarokên  me ne, em hemî QSD ne."   'Dewleta tirk nikare me tune bike tovên me li her deverê şîn tê'    Heyat Salih diyar kir ku ew koçî Dirbêsiyê û Hesekê bûne û wiha domand: "Em pir geriyan û me gelekî êş kişand, lê min ji mal û navçeya xwe xweştir nedît loma ez vegeriyam. Em di metirsiyê de dijîn lê ruxmî wê jî em êdî ji mala xwe dernayên û ji çeteyan re nahêlin. Dewleta tirk hatiye xaka me parçe bike û gelê me perîşan dike, lê ew nikare me tune bike ji ber ku tovê me li her deverê şîn tê."   'Mala bavê min talan kirin'    Sûriya Îsa jî diyar dike ku dewleta tirk û hevkarên wê milkên mala bavê wê talan kirin û mala wan kirine baregehek leşkerî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Erdogan bi taybet dixwaze, Gelê Kurd tune bike û naxwaze ku bibin xwedî statu lewra xaka me dagir dike. Me şehîd bi qasî ax û xweliyê daye loma em ê bi ser bikevin."