Li Kobanê û Helebê li dijî şîdetê çalakî hatin lidarxistin 2019-12-05 17:04:30   KOBANÊ/HELEB - Rêxistina Kongra Star li Kobanê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk jî li Helebê li dijî şîdeta li hemberî jinê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku jin li dijî şîdetê her ku diçe têkoşîna xwe mezin dikin û gotin: "Em ê bi ruhê Hevrîn, Amara û daye Eqide têkoşîna xwe xûrttir bikin."    Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê çalakiyên ku tên kirin didomin. Çalakiyên ku tê kirin dê heta 10'ê qanûnê bidomin.  Jin, li Bajarê Kobanê ji aliyê Rêxistina Kongreya Star ve semînerek li dar xist. Her wiha li Helebê jî bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ve li dijî şîdeta li hemberî jinê daxuyanî hat dayîn.   Li Kobanê semîner hat dayîn   Rêxistina Kongra Star li taxa şêhîd Peyman a Kobanê li ser têkoşîna her sê Xwişkên Mîrabel û jinên têkoşer semînerek hat dayîn. Semîner ji aliyê Rêvebera Kongreya Star Zehra Berkel ve hat dayîn. Zehra, di semînerê de li ser girîngiya rojê têkoşîna her sê Xwişkên Mîrabel û jinên leheng sekinî û wiha got: "Bi salane jin li hemberî şîdet û hişmendiya dewletê têkoşîn didin. Her çend jin bibe xwedî têkoşîn jî, lê belê hîna jî li kolanan, li hindirê malan de û li hemû qadên jiyanê de bi şîdet, îşkence û heqaretan re rûbirû dimînin. Bi taybetî jî di van salên dawiyê de bi hişmendiya mêrê serdest û dewletê gelek jin hatine kuştin û rastî êrîşên fîzîkî hatin. Tundiya herî giran ewe ku zarokên keç bi temên biçuk tên zawicandin. Beramberî şîdetê jî tekoşîna jin her roj bilintir dibe. Wek rêveberiya Kongra Star em ê bi rihê Hevrîn, Amara û daye Eqide têkoşîna xwe xûrttir bikin."    Li Helebê li dijî şîdetê daxuyanî hat dayîn    Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya bajarê Helebê daxuyaniyek li dibistana Îbrahîm da. Di daxuyaniyê de bi dehan xwendevan û mamoste amadebûn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya KPC-D Zîlan Şêxo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Jin her tim li hember hovîtî û zordariyê têdikoşin. Di dema me yê niha de desthilatdar jinê weke metayekê bi kar tînê. Em dibêjin ku dema jin azad bijî dê rola xwe bileyîze. Lê em dibînin desthilatdar beramberî azadiya jinê derdikeve û dixwaze dengê jinê bifetîsînê. Helbet kesên ku berxwedanî dikin dighêjin armanc û xeyalên xwe. Em komkujiya ku li Til Rifetê ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatiye em tund şermezar dikin. Di van êrîşan de zarok hatin qetîl kirin, zarokên ku di nava kolanan de ji xwe re dîleystin. Em weke KPC-D em bang tevahî jinan dikin ku berxwedaniya xwe bilintir bikin. Divê dewletên navnetewî bi erkê xwe rabin."