'Dê tundî bi berxwedana jinê bi dawî bibe' 2019-12-05 16:11:55   HELEB -  Di çarçoveya rêzeçalekiyên 25'ê mijdarê de buroya Jinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk li taxa Şêx Meqsûd komcîvînek hat lidarxistin.   Buroya Jinê ya Meclîsa  Sûriyeyaa Demokratîk têkildarî rêzeçalakiyên 25'ê mijdarê komcîvînek li taxa Şêx Meqsûd a girêdayî Helebê, li navenda Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hat lidarxistin. Bi dehan jinên sazî, komîn û jinên siyasetmedar tevlî komcîvînê bûn. Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.     Paşê di komcivînê de li ser navê Bîroya Jinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Meysa Tacê axivî û wiha got: "Bi rêka vê komcivînê me xwest em li jinan guhdar bikin û em bi hev re pirsgirêkên ku rû didin çareser bikin. Rewşa ku em niha tê de derbas dibin, pir hesas û girîng e. Divê ku em weke jin rol û mîsyona xwe bileyîzin û xwediyê deskeftiyên xwe derkevin. Niha şerek pir dijwar tê jiyîn, ev şer ne tenê li ser mirovan e di heman demê de li ser hemû zindiyên ku li ser vê xakê dijîn tê kirin. Em wek jin dixwazin jiyanek durî şer û desthilatdariyê ava bikin. Me dît ku dewleta tirk û komên girêdayî wê li Til Rifetê çi bi serê zarok û jinan anîn, ev tê wateya ku tirsa wan ji zarokên ku di hundirê wan de vîna berxwedanê heye. Di dema niha de hemû cure tundî tê kirin, pêwist e em dengê xwe bikin yek û bigihêjin azadiya jinê. Dê tundî bi berxwedana jinê bi dawî bibe."   Herî dawî jinên ku tevlî komcivînê bûne nêrînên xwe parve kirin û sinevîzyonek têkîldarî 25'ê mijdarê hat pêşkêşkirin.