Li herêma Cizîrê ji bo komkujiya Til Rifetê meş hatin lidarxistin 2019-12-05 15:28:17   HESEKÊ/QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina komkujiya li ser Til Rifetê meş hatin lidarxistin.   Di 2'yê kanûnê de dewleta tirk bi topan êrîşî bajarê Til Rifetê kir, di encamê de 10 kes ji wan 8 kes zarokî jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî hene. Li bajarê Hesekê, Qamişlo, Dêrîk û Tirbespiyê bi dirûşma "Xwîna zarokên Til Rifetê dê faşîzma Tirkiyeyê û çeteyên wê bifetisîne" daketin qadan û bi meşan komkujiya li ser Til Rifetê şermezar kirin.   Şêniyên Hesekê daketin qadan û komkujiya dewleta tirk şermezar kirin   Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê  bi pêkhateyên kurd, ereb û suryan li dijî komkujiya dewleta tirk daketin qadan.   Îro bi hezaran şêneyên bajarê Hesekê bi pêkhateyên kurd, ereb û sûryan li dijî bêdengiya navneteweyî li hember komkujiyên artêşa tirk û hevkarên wê li Sûriyeyê daketin qadan. Meş li ber navenda tendirustî a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê dest pê kir û li ber Navenda Meclisa bajarê Hesekê ya Til Hecerê veguherî mitîngê. Meşvanan alên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û YPJ’ê, wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifatê û bi pankartên bi nivîsa " Xwîna zarokên Til Rifetê dê faşîzma Tirkiyeyê û çeteyên wê bifetisîne." hatibûn hilgirtin.    Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Endamê Meclisa Giştî  ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Silêman Bedir destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de mezinkirina asta têkoşînê gihandina dengê gelan ji qadên navneteweyî re pêwist dike û got: "Dema em komkujiyan bi bîr tînin em Komkujiya Sêfo û Sîmêl ji bîr nakin ku çawa di derheqê gelê aşûr de li ser destê dewleta tirk pêk hat. Di roja me ya îro de komkujî di derheqê hemû pêkhateyên herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, pêwist e hemû pêkhate komkujiya artêşa tirk a dagirker şermezar bikin û wê bixin nava lîsteya sûcên şer."   Silêman di dawiya axaftina xwe de bang li hevgirtin û yekrêziya pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li hember dewleta tirk kir.   Mîtîng bi dirûşma "Na ji komkujiya dewleta tirk re", "Bijî berxwedana rûmetê" bi dawî bû.   Li Qamişlo ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifetê meşek  hat lidarxistin   Partiya Yekîtiya Demokratîk bi meşeke girseyî komkujiya ku li Til Rifetê pêk hat şermezar kir.   Bi pêşengtiya  Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca şemezarkirina komkujiya ku li Til Rifatê ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatî daketin qadan û bi meşek girseyî êrîş şermezar kirin. Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê, sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya xweser beşdarê meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan,  alên PYD'ê û Kongreya star hatibûn hildan.  Meş ji çerxerêya Rûbar ya bajarê Qamişloyê dest pê kir û li ber deriyê navenda Rêxistinên NY'yê veguherî mîtîngê.     Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Endama Meclîsa giştî ya PYD'ê Edalet Omer şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr anî û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker zarokên Til Rifetê, di nava kaniyê xwînê de difetisîne. Dewleta tirk careke din mafê mirovan û nirxê mirovahiyê hildiweşîne. Bi van êrîşan dixwazin vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin, lê em li hember hovitiya dewleta tirk bêdeng nemînin û em rehet nakin heta ku em bigihêjin mafê xwe."   Mîtîng bi dilsoziya têkoşeran re bi dawî bû.    Li Dêrîkê komkujya Til Rifetê hate şermezar kirin   Li Dêrîkê bi pêşengtiya  PYD'ê bi meşek girseyî komkujiya Til Rifetê hat şeremzarkirin.    Li Dêrîkê bi pêşengtiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi meşek girseyî komkujiya Til Rifetê hat şeremzarkirin. Bi armanca şermezarkirina komkujiya Til Rifatê, şêniyên bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişloyê bi dirûşma "Xwîna zarokên Til Rifetê, dê faşîzma Tirkiyeyê û çeteyên wê bifetisînê" daketin qadan. Di meşê de alên PYD'ê, QSD'ê û Kongreya Star, wêneyên zarokên ku li Til Rifatê jiyana xwe ji dest dane hatibûn hildan. Meş ji qada azadî dest pê kir û li pêşiya navenda PYD'ê veguherî mîtîngê.    Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Li ser navê PYD'ê Şemsedîn Feqe komkujiya Til Rifetê ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatî şermezar kir û wiha got: "Ev ne cara yekem e ku dewleta tirk komkujiyan di derheqê zarok û Gelê Kurd e pêk tîne. Armanca dewleta tirk ne tenê tunekirina Gelê Kurd e, armanca wê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bikeye. Em bang li hemû sazî û mafê mirovan dikin ku li hemberî van êrîş û komkujiyan bisekinin."   Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.