‘Divê rêxistinên jinan li dijî şîdetê çalak bin' 2019-12-05 14:48:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê Rêxistina Geşepêdana Xelk li dijî şîdeta li hemberî jinê panelek li dar xist. Di panelê de wiha hat gotin: "Li tevahiya cîhanê rêxistinên jinan tên hedefgirtin, ji ber ku civaka em tê de dijîn zilamsalar e. Bêguman rêxistinên jinan divê li dijî van kiryaran zêdetir çalak bin."   Li Salona Muzexaneya Emne Soreke ya bajarê Silêmaniyê têkildarî pêngava 16 rojî ya li dijî şîdeta li hemberî jinan ji aliyê Rêxistina Geşepêdana Xelk panelek hat lidarxistin. Panela gelek welatî beşdar bûn, ji aliyê endama Rêxistina Geşepêdana Xelk Savan Ebdurehman ve bi dirûşma "Em çawa bi tundûtûjiyê re rûbirû tên" ve hat rêvebirin.   Di destpêka panelê de Sawan Ebdurehman broşureke têkildarî 25'ê Mijdarê ya li dijî şîdeta li hemberî jinê de xwend û piştre jî li ser heman mijarê sînevîzyonek hate pêşandan.   Di panêlê de her wiha rêvebêra Bernameya Parastina Jinan Aram Tofiq li ser têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê, Rêvebera Rêxistina Medya Tofan Necad li ser girîngiya medya ya serbixwe ya jinan, Rêvebera Rêxistina Geşepêdana Xelk Bihar Mûnzir li ser astengiya li pêşiya rêxistin û tevgerên jinan ên li Kurdistanê, Rêvebera Rêxistina Geşepêdana Xelk, Roje Hesen jî li ser proje û stratejiya rêxistina xwe bersiva pirsên Savan Ebdurehman dan.   Paşê li ser tacîz û destdirêjiya li hember jinan sînevîzyonek hate nîşandan.   ‘Li tevahiya cîhanê jin tên hedef girtin’   Rêvebera Rêxistina Geşepêdana Xelk Bihar Mûnzir tekildarî li dijî şîdeta li hemberî jinê da zanîn ku li ser komên rêxistinên jinan di gelek aliyan de êrîş hene, lê li beramberî vê yekê heta niha di Herêma Kurdistanê de dengekî bilind nebûye û wiha got: "Li tevahiya cîhanê rêxistinên jinan tên hedefgirtin, ji ber ku civaka em tê de dijîn zilamsalar e. Li hemberî çandeke zilamsalarî têkoşîn ne hêsan e.”   Bihar Mûnzir di dawiyê de wiha got “Li hemberî van kiryarên li dijî jinê zilam, bav, her hikûmet jî bêdeng e û helwestekê nîşan nadin. Li şûna hikûmet alîkariyê bide zêdetir tohmetê li ser jinê ava dike. Bêguman rêxistinên jinan divê li dijî van kiryaran zêdetir çalak bin, lê divê medya jî rola xwe bilîze.”   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.