Leyla Guven û heyeta bi wê re çûn şîna Emîne Aslan 2019-12-05 14:26:26   MÊRDÎN - Leyla Guven û heyeta bi wê re çûn şîna Emîne Aslan Aydogan a ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Leyla Guven di şînê de axivî û wiha got:"Emîne ji ber ku girêdayî doza xwe ya Kurdewariyê bû ceza dan wê. Me dikujin û dibêjin em 'xwişk û bira ne'. Em vê 'xwişk û biratiyê qebûl nakin'."   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Dayikên Aştiyê, rêveberên ji navçe û bajaran ên HDP'ê û heyeta bi wan re çûn şîna Emîne Aslan Aydogan a ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku şîna Emineyê hat astengkirin loma malbata wê şîn li mal danî.   'Ji ber ku Emine Kurd bû 8 sal ceza dan wê'   Leyla Guven di şînê de axaftinek kurt kir. Leylayê got:"Bi hezaran girtiyên me li girtîgehan di bin zilma AKP û MHP'ê de ne. Ji ber ku xwedî li Kurdayetîya xwe derketin cezayê girtîgehê li wan hatin birîn. Yan na tu zirara wan li kesî tune bû. Zirara Emîneyê jî li kesekî tune bû. Emîne ji ber ku girêdayî doza xwe ya Kurdewariyê bû ceza dan wê. Me dikujin û dibêjin em 'xwişk û bira ne'. Em vê 'xwişk û biratiyê qebûl nakin'."   Piştî axaftinê heyetê dîsa sersaxî ji bo malbatê xwest û dawiyê derbasî şînek din bûn. Serdana heyetê bi dorpêça polîsan bal kişand.