Xwendekar û mamosteyên Efrînê daxuyanî dan 2019-12-05 14:15:19   ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina komkujiya dewleta tirk ku li Til Rifatê pêk hatî, xwendevan û mamosteyên Efrînê daxuyaniyek dan û komkujî şermezar kirin.    Di 2'yê kanûnê de dewleta tirk bi topan êrîşî Til Rifetê kir di encamê de jê 8 zarok 10 kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Xwendekar û mamosteyên Efrînê li dibistana Cemal a seretayî li Navçeya Til Rifatê bi daxuyaniyek nerazîbûna xwe nîşan dan.  Di daxuyaniyê de bi dehan mamoste û xwendevan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Rûsêl Ebdilhemîd ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:   Êşa Helebçe, şeweta sînemeya Amûdê   Qêrînên jinên Şengal, Kobanî, Efrîn, Serêkaniyê û niha jî  Til Rifetê, ev komkujiya dijmirovan e, li Til Rifetê xwe dubare dike. Di nava qeyrana aborî û çavbirçîbûna dagirkerên gelên aştîxwaz, her roj xetertir dibe. Dewletên Kapîtalîst destwerdanên xwe li Rojhilata Navîn bi taybet Rojavayê Kurdistanê zêde dike. Li her deverên kurd dijîn êrîşên xwe dispêrin dîroka Osmaniyan a mafxwarin û xwînrijandina sivîlan.   Herî dawî ji aliyên kujeran ve li Til Rifetê komkujî pêk hat û di encamê de 10 kes ji wan 8 zarok jiyana xwe ji dest dan. Ev komkujî di dîroka dewleta tirk de dê bibe lekeyek reş. Zarok derveyî lêyistok û firfirokan tiştek din nîzanîbûn.    Banga me ji hemû rêxistin û saziyên navneteweyî, bi taybet UNICEF, her wiha çiqas rêxistinên bi navê mirovatiyê û parastina mafê zarokan hene bang dikin ku em bi navê hemû mamoste û xwendekarên Efrînê vê komkujiya ne rewa hov û dijmirovî şermezar dikin û bangwaziya lêpirsîneke cidî dikin da van êrîşan werin rawestandin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Til Rifetê" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.