2 jinên Êzidî yên hatibûn rizgarkirin vegeriyan ser axa xwe 2019-12-05 13:55:58   Nûpelda Têkoşîn - Ehlam Heci   ŞENGAL - Du jinên ku di destê çeteyen DAÎŞ'ê de bûn hatin rizgarkirin û gihaştin ser axa xwe. Du jinên ku hatin rizgarkirin li Baxçeya Zarokan a Xanesorê hatin pêşwazîkirin.    Dema fermana 3'yê tebaxê sala 2014'an de gelek jin û zarok ketin destê çeteyen DAÎŞ'ê. Gelek kes ji bo nekevin destê çeteyen xwe ji zinaran avêtin û dawî li jiyana xwe anîn. Di sedsala 21'emîn de jina Êzidî wekî kole dihatin firotin û hatin şewitandin. Îro jî tola fermanê ya 3'yê Tebaxê her carê bi rizgarkirina jin û zarokek tên hildan. Ji aliye şervanên QSD, YPG û YPJ'ê we. Ev jinên Êzidî bi berxwedanekê mezin ya şervanên QSD tên rizgarkirin û digjîn ser axa xwe ya pîroz.   2 jin hatin  rizgarkirin    Du jinên ku di destê çeteyen DAÎŞ'ê de bûn hatin rizgarkirin û gihaştin ser axa xwe. Du jinên ku hatin rizgarkirin li Baxçeya Zarokan a Xanesorê hatin pêşwazîkirin. endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Tevna Alîkariya Veqfa Jinên Êzidî û malbat tevlî pêşwaziyê bûn. Elmas Sebrî 19 salî ji gunde Sîba Şex Xidirê ye, Rena Nayif ku 20 salî ji gunde Til Qesebê ye, di demekê dirêj di destê çeteyan de bûn. Elmaz û Rena bi zehmetî qala tiştên ku jiyayî kirin.    'Jiyaneke nayê vegotin hebû'   Rena, di destpêka axaftina xwe de qala ketina DAÎŞ ya Musulê kir û wiha axivî: "Dema gotin DAÎŞ ketiye Musulê me nizanibû ku dê bên Şengalê jî. Dema hatin şev bû, me digot pêşmerge hene dê me biparêzin. Lê dema DAÎŞ hat ê ku di destpêkê reviyan pêşmerge bûn. Em jî çûn gundê Solakê. Ji me re gotin tiştek nîne û em ê piştre vegerin. Lê DAÎŞ hat. Em ketin destê çeteyan û me birin Musulê. Li vir jiyaneke nayê vegotin hebû. Gelek cara min xwest ez birevim lê her carê ez dihatim girtin. Lê îro ez gelek kefxweşim ku ez gihaştim ser axa xwe.”   'Me birin Reqqayê'   Elmas jî qala serpêhatiya xwe wiha kir: "Dema fermanê da me xwest ji gund derkevin. Em ji gundê xwe derketin ji ber ku di erebê de cih nebû ez, bavê xwe dayika xwe û birayekê xwe em bi meş berê xwe da çiyê. Piştra erebeyek me girt em hinek derbas bûn. Piştre pir derbas nebû erebeyek hat pêşiya rêya me girt. Ev erebeya DAÎŞ'ê bû. Jin, keç û mêran cuda kirin. Mêrên ku hatin cudakirin hatin kuştin. Piştre me ji dayikan jî cudakirin û me birin Reqqa yê. Hemû jinên Êzidî bû. DAÎŞ dihat her carî jinek dibijartin û dibir."   'Bi xwîna şehîdan jin hatin rizgarkirin'   Di merasîma pêşwazîkirinê de li ser navê TAJÊ û Tevna Alîkariya Veqfa Jinên Êzidî Ferîde Şengalî axîfî. Ferîde, diyar kir ku îro du kulîlkên yen ku di destê çeteyan de bûn hatin rizgarkirin û wiha got: "Em ê her du jinan radestê malbatên van bikin. Em di serî de spasiya şervanên QSD, YPG, YPJ'ê dikin ku keç û jinên Êzidî rizgar dikin bedel didin û şehîd dikevin. Ev jinên Êzidî bi xwina şehîdan hatine rizgarkirin ne bi pere. Niha li Rojavayê Kurdistan şerekê mezin heye û firokeyên dewleta tirk her roj êrîş dike.  Lê dîsa keç û jinên Êzidî rizgar dikin, em spas dikin."