TAJÊ li dijî êrîşan daxuyanî da 2019-12-05 12:36:30   ŞENGAL - TAJÊ li dijî komkujiya ku li Til Rifatê ji aliyê dewleta tirk ve pêk hat daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê hemû cîhan li dijî komkujiyên li ser Gelê Kurd pêk tên rabin ser piyan.   Di 2'yê Kanûnê de dewleta tirk bi topan êrîşî Gundê Til Rifatê kir û di encamê de jê 8 zarok 10 kesî jiyana xwe ji dest dan. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî komkujiya ku pêk hat daxuyanî da.    Daxuyanî wiha ye:   "Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî vê komkujiya hovane şermezar dikin û bang li hemû rêxistinê ku mafê mirovan diparêzin, mafê zarokan diparêzin dikin ku helwestek bêtir radikal nîşan bidin û çavên xwe li hemberî vê şiddeta ku tê meşandin negirin. Ji 9'ê Cotmehê heta niha êrîşên dewleta tirk a faşîst li ser gelên Rojava bi awayekî tund dewam dike. Agirbest tê binpêkirin. Kesên ku di encama van êrîşan û komkujiyan de ji warên xwe koçber bûne û li kampan dijîn û ew jî tên hedef tên girtin. Em bang li kesên xwedî wicdan dikin ku li dijî van komkujîna bêdeng nemînin. "