Li Kampa Holê jinek bi rêya recimkirinê hat qetilkirin 2019-12-05 11:37:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kampa Holê jina 50 salî ku hat diyarkirin ji Pakistanê ye bi hinceta li gorî "rêbazên Daîşê" tevnegeriyaye hat recimkirin.   Li Kampa Holê ya li Hesekiyê zextên DAÎŞ'ê berdewam dikin.  Li kampa ku 71 hezar kes lê dimîne, 40 hezar malbatên DAÎŞ'ê lê dimînin. Li kampê cenazeyê jineke 50 salî ya Pakistanî Fatma Abdullah  hat dîtin. Hat diyarkirin ku Fatma bi hinceta li gorî "rêbazên DAÎŞ'ê" tevnegeriyaye ji aliyê jinên DAÎŞ'ê ve hatiye recimkirin û di ecamê de jiyana xwe ji dest daye.   Peywirdarekî kampê, diyar kir ku wan piştî bûyer bihîstine ketine tevgerê û di dema ku DAÎŞ'yan xwestine bi awayê veşarî Faatmayê defin bikin hatine girtin.   Herwiha hat ragihandin ku jinên DAÎŞ'ê di nava kampê de "Dadgeha DAÎŞ'ê" ava kirine û kesên ku dadirizînin piştre qetil dikin.