22 rêxistinên sivîl daxwaznameyek pêşkeşî Parlamentoya Kurdistanê kir 2019-12-05 11:19:07   Have Elma   SILÊMANÎ - 22 Rêxistinên civaka sivîl  li ser asta herêma kurdistanê daxwaznameyek pêşkeşî Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kirin ku destûr ji bo berjewendiyên civaka kurd be.   Ev demeke  ji aliyê 22 rêxistinên civaka sivîl ve li ser asta herêma Kurdistanê kampanyayek imzeyê di nava hemû civakê de hat destpêkirin. Ji bo sazûmankirina nivisîna zagonek ku di vesazîkirina qanûnê de di destpêkê de mafê mirovan biparêze û mafê jinan jî tê de hebe, azadiya hiş û bîra hemû çînan tê de hebe ev kampanyaya îmzeyê hatibû destpêkirin. Divê nivîsîn û sererastkirna destûrê bêyî destwerdanan partiyên siyasî pêk were.   Piştî kampanyaya komkirina îmzeyan duh 22 rêxsitinan li bajarê Hewlêrê serdana desteya parlemena herêma Kurdistanê kirin. Nêzî 2 saetan civîna wan berdewam kir.   'Ji bo pêşketinên nû çê bibin divê zagonek hevpar bê çêkirin'   Ji Rêveberiya Rêxistina Dabîn, Dilsoz Zengane wiha got:"Di civînê de soza bicihanîna daxwazan hat dayin. Me daxwaz kir ku zagon werin nûkirin. Xalên ku di civînê de em ser sekinîne li ser nûkirina di dewra çaremîn ya parlemenê de ye. Me 72 made amade kirine. Bi beşdarbûna rêxistinên nû, her wiha ew xalên ku me diyar kirine me got bila bikevin nava destûrê de. Di van xalan de mafê jinê, hemû mirovan, azadî û baweriyên cuda tên parastin. Em dixwazin mafên ku ji bo berjewendiyên hemû kesî diparêze bê parastin. Di desteya sererastkirina destûrê de divê rêxistinên din ên siyasî jî beşdar bibin da ku di avakirina zagonê de,  mafên ji bo berjewendiyên civaka kurd bên parastin. Li herêma kurdistanê ev çend sale ji aliyê sê partiyên desthilat ve zagon hatiye danîn. Ji bo pêşketinên nû çê bibin divê zagonek hevpar bê çêkirin."