'Jin ji bo mafê xwe bê navber têdikoşin' 2019-12-05 10:24:16   Dîcle Demhat   KOBANÊ - 5 hezar sale ku jin li dijî hişmendiya mêr-dewletê bê navber têkoşîn dikin û hewil didin ku bi rengê xwe û xwezaya xwe bijîn û bide jiyîn. Di encama têkoşînên bê hempa de jin bûne xwediyê gelek mafên jiyanê. Wê jin bi têkoşîna xwe bigihîjin lûtkeya serketinê.   5'ê kanûna sala 1979’an ji aliyê neteneweyên yekbûyî ve weke roja mafê jinan yê di hilbijartinan de deng dayîn, siyaset û aborî hatiye ragihandin. Beriya ku NY'ê vê rojê weke roja mafê jinan yê dengdayînê ragihîne jî di salên 1600’î de jinan têkoşînên bê hempa dane. Ji bo jin bikaribin cihê xwe di siyaset, aborî û meclisên gel de bigire bi salan rastî îşkence, girtin, heqaretan hatine û di giyotînan re derbas bûne. Di encama ked û têkoşînê jinê de jin bûne xwedî mafê siyaset û aboriyê. Piştî şoreşa Fransayê, Meclisa Fransa beyanname ji bo mirov û hemwelatiyan derxist. Peyva mirov yanî (Homme) ji ber ku tenê mêran pênase dikir, nivîskar û feylesofa bi navê Olymp de Gouges di sala 1791'an de beyanameyekê bi navê jin û hemwelatî diweşîne. Ew dibe yekemîn beyaname ya ku di dîrokê de li ser navê jin tê pejirandin. Ji bo ku aloziya Fransayê bê çareserkirin, nivîskar Gouges nivîsekê li ser mijara ku gel pêwîst e di hilbijartinan de dengê xwe bi kar bîne dinivîsîne û di vê nivîsê de cih dide dengdayîna jinan jî. Piştî vê nivîsê nivîskar Gouges di sala 1793’an de tê girtin û di 3’ê Mijdara 1793’an de bi giyotinê tê îdam kirin. Nivîskar û feylesofa Olymp de Gouges yek ji jinên ku ji bo mafê jinan di dîrokê de têkoşîn kiriye.    Di encama têkoşînê de jin bûn xwediyê dengdayînê   Di dawiya sedsala 19'emîn de li gelek netew-dewletan jin bûn xwedî maf ku di hilbijartinan de dengê xwe bi kar bînin. Gelek welatên ku xwe pêşketî dihesibandin, piştî demek dirêj karibûn ku mafê dengdayînê bidin jinan. Mafê jinan di hilbijartinan de li Tirkiyeyê 1934’an, li Fransayê 1944'an, li Îtalyayê 1945'an li Yewnanistanê 1952'an, li Belçîkayê 1960’î û li Îsvîçrê jî di sala 1971’an de hat pejirandin. Piştî ku mafê jinan di hilbijartinan de li van welatan hat pejirandin û şûnê de neteweyên yekbûyî di 1979’an de roja mafê jinan yê cîhanî di hilbijartinan de ragihandin. Li gorî beyanameya ji bo mafê jinan hatî amadekirin  heta niha tu netew-dewlet tev nagerin. Her çiqas di zagonan de jin weke xedî maf bên nîşandan jî, lê belê heta niha tu dewletan mafê jinan nedane. Ne tenê di aliyê hilbijartinan de di aliyê jiyanî jî mafê jinê tê binpêkirin. Li Tirkiyeyê pir jinên siyasetmedar ku di hilbijartinan de bi dengê gel hatibûn hilbijartin niha di girtîgehan da ne. Dewleta tirk û hevkarê wê di êrîşên xwe yên li ser herêmên Rojava jinên siyasetmedar dikin hedef, weke Hevrîn Xelef û bi dehan jinên wek Hevrînê hatin qetilkirin. Ev yek dide diyarkirin ku li beramberî têkoşîna jinê hişmendîya mêr a baviksalarî her li pêş e. Hişmendîya baviksalarî nahêle ku her du zayend di jiyanê de wekhev bibin xwedî maf.   Bi boneya roja mafê jinan a cîhanî parêzer Rewşen Hacim a ji bajarê Kobanê ji ajansa me re da diyar kirin ku hişmendiya baviksalarî mafê jinan bi her awayî binpê dike.   'Di zagonên dewletan de jin bê maf in'   Rewşenê da zanîn ku tundiya li ser jinê tê kirin mafê jinê jî binpê kir û wiha got: "Bi saya têkoşîn û berxwedana jin dide meşandin 25’ê Mijdarê bû roja navneteweyî ya li dijî tundiya li ser jinan û wek rojeke cîhanî hat pejirandin. Mafê jinê heye ku ew bi xwe biryarên xwe bide, lê her çiqas em di sedsala 21’emîn de dijîn jî hişmendiya baviksalarî nahêle ku jin bibe hêza sereke ya cîhanê. Biryara jiyana jinan bi destê mêr tê dayîn. Ji ber vê yekê li gelek deveran jin tên sunetkirin, qetilkirin, darvekirin, tecawizkirin û hwd. Ev yek dide diyarkirin ku hîna mafê jinê tê binpêkirin. Di nava pergala tu netew-dewletan de mafê jin û mêran wekhev nayê dayîn û nehatiye dayîn jî. Ji ber hişmendiya mêr ji hêza jinan ya siyasetê ditirse. Dewlet li ser gel desthilatdariyê dide meşandin û mafê gel binpê dike, mêr jî di hundirê malê de desthilatdariyê li ser jinê dide meşandin û mafên wê yên jiyanî binpê dike. Dema mirov li hişmendiya mêr mêze dike, mafê jinê binpê dikin.”   'Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye'   Rewşenê bal kişand ser şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinê tê naskirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şoreşa Rojava gelek pêşketin bi xwe re anî, yek ji pêşengên têkoşîna vê şoreşê jin bûn. Ji bo wê jî şoreşa Rojava wek şoreşa jinê tê pênasekirin. Di hundirê şoreşe de jinan şoreşeke din ava kirin. Bi şoreşê re jinê di her qadê de cihê xwe girt û bû xwedî maf. Têkoşîna jinê li Rojava bi ser ket û li cîhanê di qadên leşkerî, civakî, siyasî û aborî de cihê xwe girt. Dema ku em mafê jinê pênase bikin ne tenê di aliyê hilbijartinan de bibin xwedî deng, di heman demê de jin di hemû qadên jiyanê de rola xwe bileyîzin û mafê xwe bi dest bixin. Her wiha herdu zayend bi hevdu re karekî serkeftî bidin meşandin. Mînaka vê yekê jî ber çave pergala hevserokatî ya di civaka demokoratîk de ye."   'Mafê herdu zayendan ew e ku wekhev bijîn'    Rewşenê bal kişand ser têkoşîna jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwist e ne tenê jin di aliyê hilbijartinan de bibin xwedî maf, di hemû qadên jiyanê de her du zayend bi awayekî wekhev bikarinbin bi hev du re bijîn. Banga min ji bo hemû jinên cîhanê ku di her qadê de cihê xwe bigirin, li têkoşîn û berxwedana ku jin dide meşandin xwedî derbikevin û beşdarî qadên civakî, siyasî, leşkerî û aborî bibin. Bi tenê di aliyê hilbijartinan de mafê jinê nayê dayîn. Ya girîng ew e ku jin bikaribin bi rengê xwe û xwezayîbûna cewherê xwe bijîn û bidin jiyîn."