‘Jin bi pirsgirêkan 5’ê Kanûnê peşwazî dikin’ 2019-12-05 09:12:45   Gulîstan Azak   STENBOL - Siyasetmedar û parêzvanên maf yên ku 5’ê Kanûnê Roja Mafê Jinan a Cîhanê nirxandin, diyar kirin ku mafên jinan bi rehetî nehatine ber wan û di encama têkoşînek mezin de hatine bidestixistin û gotin: “Jin dîsa bi pirsgirêkên mezin  5’ê Kanûnê peşwazî dikin. Yekane rÊya çareseriya pirsgirêkan têkoşîna rêxistinkirî ya jinan e.”   5’ê Kanûnê Roja Mafê Jinan a Cîhanê, di têkoşîna maf a jinan de cihekî girîng digire. Li Tirkiyeyê di 5’ê Kanûna 1934’a de jinan mafê hilbijartinê bidest xistin. Siyasetmedar û parêzvanên maf, Roja Mafê Jinan a Cîhanê ya Tirkiye û Herêmê nirxandin.   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku 5’ê Kanûnê Roja Mafê Jinan a Cîhanê di 1789’an de wek rexneyeke ji bo Danezana Mafê Welatiyan li Olympe ji aliyê Gouges ve hatiye nivîsin û ev jî Danezana Mafê Welatî û Jinan nîşan dide û got: “Li Tirkiyeyê jî dİ 5’ê Kanûna 1934’an de mafê hilbijartinê ji bo jinan hatiye nasîn. Di alî Destûra Bingehîn de Tirkiyeyê beriya gelek welatan mafê hilbijartinê daye jinan. Lê mixabin li Tirkiyeyê tevî ev maf hatiye nasîn jî jin û mêr di qada civakî cemawerî de ne wek hev e. Peymana Stenbolê jî îmze kiriye. Kanûna 6284 jî heye. Lê Tirkiye van pêk nayne.”   ‘AKP hewl dide jinan hepsê malê bike’   Gulîstanê destnîşan kir ku AKP her roj bi gotinên ku şîdeta li ser jinan gur dike, hewl dide civakê bi eşe bike û ev gotin jî rê li ber rizandina civakî vedike. Gulîstanê her wiha da zanîn ku AKP bi van hewldanên xwe dixwaze jinan hepsê malê bike.   ‘Pergala hevserokatiyê jî di hedefa êrîşan de ye’   Gulîstanê daxuyakirin ku jin bi têkoşînê 5’ê Kanûnê pêşwazî dikin û got: “Yek ji destkeftiyên jinan pergala hevserokatiyê jî di hedefa êrîşên hikûmetê de ye. Dewlet bi pakêta darazê ya duyemîn hewl dide, pêşî li tecawizê negire û piştî tecawizê mijara hatiye jiyîn bi encam bike û got: “Hesab dikin ku jinên rastî tecawizê hatine bi gumanbarên xwe re malbateke çawa ava bikin. Ev tiştekî gelek bi xof e. AKP zîhniyeteke rizyayî temsîl dike. Vê zîhniyetê jî li jin û civakê ferz dike. Lê tevî van pêkanînan jin bê navber têkoşîna xwe dimeşînin.”   ‘Şîdet bi destê dewletê tê rewakirin’   Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn diyar kir ku dewleta divê ji bo jinê her cureyê tedbîrê bigire, peywira xwe nayne cih û wiha got: “Di 25’ê Mijdarê de jî li hember jinan êrîş pêk hatin. Li Tirkiyeyê rewşa jinan pir giran e. Tirkiye ji xalên di Peymana Stenbolê de gelek dûr e. Jin li her qada jiyanê rastî şîdetê tên. Zêdebûna şîdeta li ser jinan, ji aliyê dewletê ve tê qebûlkirin û ev rastiyeke. Şîdet bi destê dewletê tê rewakirin.”   ‘Jin bi pirsgirêkan dikevin 5’ê Kanûnê’   Erenê bi lêv kir ku di salên 90’î de şîdeta li ser jinan ji aliyê dewletê ve dihat redkirin lê niha ev bi aşkera tê kirin û qebûlkirin. Erenê wiha dawî lê anî: “Ev hemû li dij peymanên ku Tirkiyeyê îmze kirine. Jin di siyasetê de nayê temsîlkirin. Gelek pirsgirêk hene. Mixabin jin bi pirsgirêkên mezin dikevin 5’ê Kanûnê. Yekane riya çareseriya vê jî têkoşîna rêxistinkirî ya jinan e.”   ‘Di encama têkoşînek mezin de hatin bidestixin’   Endama Koordînasyona Jinan a Navendî (MKK) ya Partiya Şoreşger (DP) Seher Beytaş diyar kir ku 5’ê Kanûnê Roja Mafê Jinan a Cîhanê rojeke taybet ya ku dibêje divê jin û mêr xwedî mafên wekhev bin û got: “Jinan hemû destkeftiyên xwe di encama têkoşînek mezin de bidest xistin. Li wek hemû welatên cîhanê li Tirkiyeyê jî dîroka têkoşîneke zehmet a jinan heye. Jinan xwe rêxistin kirin, komele vekirin, rojname û kovar derxistin. Heta li gorî desthilatdariyê ger hinek din pêş de biçin, divê mudaxaleyê komeleyên wan bên kirin. Yanî ez dikarim bêjim ku ev maf wisa bi hêsanî, li ser siniya zêrîn pêşkêşî jinan nehatine kirin.”